Hewlêr (Rûdaw) - Nexşerêya veguhastina cenazeyê helbestvanê Kurd ê navdar Ehmed Huseynî yê ku li Swêdê koça dawî kiribû eşkere bû.
Cenazeyê Ehmed Huseynî dê ewil bibin Amedê û piştî merasîmekê derbasî Başûrê Kurdistanê bikin, ji wir jî dê ber bi bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ve veguhêzin.
Hunermend Armanc ji Rûdawê derbarê kar û barên veguhastina cenazeyê helbestvan Ehmed Huseynî agahiyên nû parve kirin.
Ji Stockholmê ber bi Amedê ve
Li gorî agahiyên ku Hunermend Armanc dane, cenazeyê Ehmed Huseynî îşev bi dema Swêdê saet 11:00an dibine Balafirgeha Arlandayê ya Stockholmê.
Biryar e sibe saet 01:00ê sibehê balafir ji Stockholmê ber bi Bakurê Kurdistanê ve bifire.
Termê Ehmed Huseynî dê derengiya şeva pêncşemê bigihêje bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê.
Merasîma li Amedê
Li gorî daxuyaniya ku ji bo merasîma oxirkirinê hatiye belavkirin, dê ji bo Ehmed Huseynî li Amedê merasîmeke mezin were lidarxistin.
Merasîm dê 27ê Adarê saet 11:00an li navenda ÇandAmedê were lidarxistin.
Di daxuyaniyê de Ehmed Huseynî wekî "Şêxê Helbestê" hatiye binavkirin û bangî dildarên wêjeya Kurdî hatiye kirin ku beşdarî xatirxwestina wî bibin.
