Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda operayê ya Kurd a navdar Pervîn Chakarê ragihand ku ew dê li Berlîna paytexta Almanyayê konsereke taybet li dar bixe.
Konsera Pervîn Chakarê dê 27ê Adara 2026an demjimêr 20:00an li salona UdK Joseph-Joachim-Konzertsaalê were lidarxistin.
Şeveke taybet a operayê û stranên Kurdî
Di vê şeva taybet a muzîkê de dê aryayên operayê û stranên Kurdî bi hev re werin pêşkêşkirin.
Li gorî agahiyên ku hatine dayîn, di repertuara konserê de dê helbestên helbestvanên mezin ên Kurd Cegerxwîn û Şêrko Bêkes hebin.
Her wiha dê şaheserên muzîkjenên navdar ên cîhanê Wolfgang Amadeus, Mozart û Giacomo Puccini jî di vê konserê de cih bigirin.
