Hewlêr (Rûdaw) - Fîlma bi navê "One Battle After Another" a Paul Thomas Anderson di Xelatên 98emîn ên Oscarê de 6 xelat wergirtin.
Fîlmê xelata “Fîlma Herî Baş” jî stand.
Xelatên Akademiyê (Oscar) di cîhana sînemayê de wekî xelatên herî biprestîj tên qebûlkirin.
Xelatên 98an li Şanoya Dolbyyê ya li bajarê Los Angelesê yê Amerîkayê bi merasîmekê hatin dayîn.
Komedyen û lîstikvan Conan O’Brien cara duyemîn pêşkêşvaniya merasîmê kir.
Fîlma ‘Sinners’ê di 16 beşan de bibû namzed.
Fîlma ‘One Battle After Another’ê jî di 14 beşan de bibû namzed.
Pêşbirka di navbera van her du fîlman de mohra xwe li merasîmê xist.
Lê serkeftiya herî mezin a şevê fîlma ‘One Battle After Another’ a bi derhêneriya Paul Thomas Anderson bû.
Fîlmê di beşên fîlma herî baş, derhênerê herî baş, hunandina herî baş, senaryoya herî baş a guncandî û castînga herî baş de bi giştî 6 xelat wergirtin.
Sean Penn beşdarî merasîmê nebû
Sean Penn bi rola xwe ya di fîlma ‘One Battle After Another’ê de xelata lîstikvanê herî baş ê alîkar wergirt lê ew beşdarî merasîmê nebû.
Kieran Culkin ku xelata Penn da got, “Sean Penn îşev nekarî li vê derê be yan jî nexwest li vê derê be.”
'Sinners'ê 4 xelat standin
Fîlma ‘Sinners’ê jî xelatên senaryoya herî baş a xweser, muzîka herî baş a orîjînal a fîlmê û sînematografiya herî baş wergirtin.
Her wiha Michael B. Jordan bi vê fîlmê xelata lîstikvanê herî baş wergirt.
Jessie Buckley lîstikvana herî baş e
Jessie Buckleyê bi rola xwe ya di fîlma ‘Hamnet’ê de xelata lîstikvana herî baş wergirt.
Fîlma ‘Frankenstein’ê jî xelatên sêwirandina berhemê ya herî baş, sêwirandina kostuman a herî baş û sêwirandina makyaj û porê ya herî baş wergirtin.
Strana K-popê xelat wergirt
