Hewlêr (Rûdaw) - Berhema yekemîn a bijîşk Delyadilê ya bi navê "Guhdar D." ji aliyê Weşanên DOZê ve hat weşandin.
Naveroka vê pirtûkê ji nameyên dîjîtal pêk tê ku van salên dawî di "Perxudres Podcast"ê de hatibûn weşandin.
Pirtûk ji 13 nameyan pêk tê
Di berhemê de 13 name hene û pirtûk bi pêşgotina rojnameger Omer Faruk Baran dest pê dike.
Her wiha Omer Faruk Baran di nivîsa paşbergê de bi van gotinan qala naveroka berhemê kiriye:
"'Guhdar D.' bi van nameyên xwe, kaosa bajarekî ye. Hizûr û honikiya berêvareke havînê ya li ber golekê ye.
Wêneyek e ku piştî bi dehan salan dema barkirina pirtûkan hatiye dîtin.
Qehrek e, xuşexuşa hêsiran e ku çem jê ditirse.
Şabûneke dilşikestî ye, gramereke şaş a bi gotinên rast e, hebeke serêşê ye û wer helbestek e ku xwe li herfên xwe rakişandiye."
