Hewlêr (Rûdaw) - Zervan ciwanekî Kurd e û Taylor jî ciwaneke Amerîkayî ye.
Piştî ku ew zewicîn, wan biryar da ku bi mînîbuseke karebayî li seranserî cîhanê bigerin.
Mal, xwarin û xew, her tiştê wan di nav wê mînîbusê de ye.
Ew li ku derê bibe êvar, li wir dikin sibeh. Niha rotaya wan welatên parzemîna Amerîkayê ye.
Zervan li ser destpêka çîroka wan got:
“Beriya 9 salan min Taylor li Berlînê nas kir û beriya 3 salan jî em zewicîn.
Di dema Coronayê de Berlîn ne ew qasî xweş bû û me ji bo gera xwe biryareke pir mezin da.
Me got em li cîhanê bigerin. Cihê yekem ku em çûnê Endonezya bû.
Em mehekê li wir man û pişt re em çûn Tayland û Vîetnamê.
Em li wê parçeya cîhanê geriyan. Pişt re salek derbas bû em hatin Ewropayê û em li hemû welatên Ewropayê geriyan.
Ji sala borî ve em hatine Amerîkayê û me got em li hemû Amerîkayê bigerin.”
Taylor ji bo evîna Zervan fêrî Kurdî bû
Malbata Zervan ji navçeya Gimgimê ya Mûşa Bakurê Kurdistanê ye lê ew bixwe li Berlîna Almanyayê ji dayîk bûye û mezin bûye.
Dema Taylor ji bo xwendinê li Almanyayê bû, dilê wê kete xortê Kurd.
