Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Lilafixê îro li parêzgehaAntalyayê ya Tirkiyeyê Festîvala 12emîn a Lilafestê da destpêkirin.
Lilafix yek ji şirketên mezin ên kozmetîkê ye û navenda wê li Ameda Bakurê Kurdistanê ye û şirket li gelek bajaran xwediyê şax û nûnertiyan e.
Şirket niha berhemên xwe li Antalyayê nîşan dide.
Festîval dê heta 28ê mehê bidome û şirket vê çalakiyê zêdetir wekî "kêf û xweşiyekê" li dar dixe.
Emmarê ku xelkê Helebê ye û yek ji çavdêrên festîvalê ye ji Rûdawê re got:
"Em salane vê festîvalê li dar dixin. Ev 12 sal in ev festîval tê lidarxistin.
Nûnertiyên me li gelek welatên cîhanê hene. Mebesta me ji vê festîvalê hevdîtina bi mişteriyên me re ye lê di atmosferekê xweş û tijî çalakî de.
Bê guman ev yek vejeneke nû dide karê me û mişteriyên me jî."
Emmar li ser çalakiyên Lilafixê yên li welatê xwe jî axivî û got:
"Bê guman em bi tevahiya bazarên cîhanê re kar dikin.
Sûriye yek ji wan bazarên mezin ên cîhanê ye ku em pê re kar dikin.
Bê guman bazirganiya me bi wan re didome. Bi îzna Xwedê em dê di demeke nêzîk de li Sûriyeyê jî bi awayekî din derkevin pêş û gavên cuda biavêjin."
"Hem festîval e hem jî bêhnvedan e"
Festîval ji aliyê şirketa Lilafixê ve hatiye vekirin û li navçeya Belekê ya parêzgeha Antalyayê didome.
Li gorî plana ku şirketa Lilafixê amade kiriye, ev festîval wekî cejn û seyranekê tê lidarxistin.
Ji ber wê yekê li cihekî geştyarî tê lidarxistin.
Her wiha li gel festîvalê çalakiyên cuda yên werzişî û geştyarî jî tên kirin.
Serokê Şirketa Lilafixê Mehmet Cansiz jî ji Rûdawê re got:
"Em kiryar û mêhvanên navxwe û derveyî welêt ên Lilafestê di atmosfereke cejn, seyran û xweşiyê de kom dikin.
Em bi wan re diaxivin û guhdariya wan dikin. Paşê em li ser wê yekê diaxivin ku em dê di paşerojê de karibin çi bikin da ku em wan zêdetir razî bikin.
Wekî mînak em ji wan dipirsin, pêwîstiya we bi çi heye û em dikarin çi ji we re bikin?
Her wiha wekî bêhnvedaneke malbatî em li vir dema xwe derbas dikin."
