Edîrne (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî di nav de, serok û birêvebirên gelek partiyên siyasî yên çepgir, demokrat û sosyalîst li Edîrne û Stenbolê çûn serdana girtîgehan.
Li ber Girtîgeha Edîrneyê ji bo Selahattîn Demîrtaş û li ber Girtîgeha Sîlîvriyê jî ji bo berdana Ekrem Îmamoglu, Osman Kavala û girtiyên din ên siyasî bang hat kirin.
Nûnerên partiyan di axaftinên xwe de amaje bi pêvajoya çareseriyê kir û tekez kir ku dê berdana Demîrtaş bibe nîşaneya samîmiyeta desthilatê ya di mijara çareserî û aştiyê de.
Pêngava nû ya partiyên siyasî
Di demekê de ku pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurdan li qonaxeke nezelal asê maye û gavên şênber hîn nehatine avêtin, DEM Partî, CHP û hejmarek partiyên din ên çepgir pêngaveke nû avêt.
Hevserok, serok, birêvebir û parlamenterên 8 partiyên siyasî li ber Girtîgeha Tîpa Fya Edîrneyê kom bûn û daxwaza berdana Demîrtaş û girtiyên din ên siyasî kir.
Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikulu got:
“Li Tirkiyeyê siyaset di bin zexteke giran a darazê de ye.
Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û gelek siyasetmedar zêdetirî 9 salan e di girtîgehê de ne.
Dorpêçeke siyasî ya giran li ser CHPyê heye.
Namzedê me yê serokkomariyê û şaredarên me di girtîgehan de ne û her roj lêpirsîn vedibin.
Îro him li Edîrneyê û him jî li Sîlîvriyê em dê eşkere bikin ku em bi hev re têdikoşin.”
Beriya ku daxuyanî bên dayîn şandeyeke parêzeran jî di nav girtîgehê de bi Demîrtaş re hevdîtin kir û peyama wî ya ji bo piştgiriya vê çalakiyê bi raya giştî re eşkere kir.
Banga bicihanîna biryarên dadgehê
Berdevka TOPê Juliana Gozenê anî ziman:
