Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî sal û nîvekê ye pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurdan a li Tirkiyeyê dest pê kiriye.
Berpirsên pilebilind ên Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) balê dikişînin ser girîngiya serxistina wê pêvajoyê.
"Armanc Tirkiyeyeke bêteror e"
Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Celal Adan qala yekîtiya navxweyî ya Tirkiyeyê kir û got:
"Ew yekîtiya ku di navbera Serokkomarê me û Birêz Serokê me yê Giştî de ava bûye, hevpeymaniyeke bihêz e, hevpeymaniya Tirkiyeyê ye.
Armanc Tirkiyeyeke bêteror e. Armanc bidawîkirina dijminatiyên li Sûriyeyê û veguherandina wan a ji bo dostaniyê ye.
Her wiha pêkanîna aramiya herêmê ye."
Her çi qasî ji destpêka meha nîsanê ve rapora hevbeş a Komîsyonê ya ku pêşniyarên aliyên siyasî yên Tirkiyeyê yên derbarê pêvajoya çareseriyê li xwe digire, pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê hatibe kirin jî heta niha neketiye rojeva rûniştinên parlamentoyê.
Banga DEM Partiyê
