Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê yek ji wan qadên ku her roj mezin dibe û hejmareke zêde ya mirovan debara xwe pê dikin, karê motokuryeyan e.
Li gorî texmînan, li seranserê Tirkiyeyê nêzîkî 2 milyon motokurye hene.
Ev sektor bi awayekî bêserûber mezin dibe û li gel metirsiyên trafîkê, krîza aborî û bihabûna sotemeniyê ya ji ber Şerê Îranê, barê kuryeyan girantir kiriye.
"Hîn birînên min baş nebûne lê ez neçar im bixebitim"
Mert Ayakanê 54 salî, 27 salên temenê xwe li ser pişta motosiklêtan derbas kirine.
Mert li bajarekî wekî Stenbolê ku trafîka wê gelekî qerebalixe, ji bo xwedîkirina malbata xwe her roj bi mirinê re rûbirû ye.
Wî berî demekê qezayeke giran derbas kiriye û her çi qas çok û milê wî baş nebûbin jî, ji bo nanê malê hîn jî dixebite.
Mert Ayakan ji Rûdawê re got, "Otomobîla li pêşiya min ez nedîtim û li min xist. Çokê min ê çepê perçe bû û milê min derbe xwar.
Ez 20 rojan li nexweşxaneyê mam. Ji ber ku qeyda min a fermî tune bû, kar gelekî zehmet bû. Ez niha li gel sîgorta û parêzeran mijûl im."
400 hezar kurye tenê li Stenbolê ne
Bi taybetî piştî serdema koronayê, daxwaza li ser gihandina xwarin û kel û pelan zêde bû.
Li gorî amarên Komeleya Kedkarên Motokuryeyan, tenê li Stenbolê herî kêm 400 hezar kurye hene.
Kurye wekî artêşekê di nav trafîkê de ne lê mafên wan ên yasayî nîn in.
