Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî ragihand ku ji ber hebûna dan û standinên "berhemdar" ên bi Tehranê re, wan plana bombebarankirina santralên karebayê yên Îranê bi awayekî demkî rawestandiye.
Koşka Spî di heman demê de hişyarî da ku eger Tehran têkçûna xwe ya leşkerî qebûl neke, Donald Trump amade ye "dojehê" bi ser wî welatî de bibarîne.
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê di konferanseke rojnamegeriyê de eşkere kir ku Amerîka ji bo bihadestxistina armancên xwe yên di şerê li dijî Îranê de gelekî nêzîk bûye.
Piştî gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump, niha eşkere bûye ku Tehran dixwaze dan û standinan bike û Trump jî amade ye guh bide wan.
"Plana êrişên ser santralan hat rawestandin"
Ji ber wan dan û standinên "berhemdar" ên di van çend rojên borî de hatine kirin, Washingtonê biryar da ku plana êrişên li ser santralên karebayê yên Îranê bide rawestandin.
Berdevka Koşka Spî tekez kir ku artêşa Amerîkayê bi awayekî sîstematîk navendên pîşesaziya parastinê yên Îranê ji hev dixe da ku rê li ber gefên paşerojê yên li ser herêmê bigire.
Leavittê got, "Hewldanên me yên leşkerî roj bi roj serkeftinên zêdetir bi dest dixin û şiyana Îranê ya ji bo terorkirina keştiyên bazirganî ber bi nemanê ve diçe."
Hişyarî ji bo rojnamegeran
