Hewlêr (Rûdaw) - Di bipêşketineke dîplomatîk de Pakistan wekî navbeynkareke sereke yê di navbera Amerîka û Îranê de derket pêş.
Li gorî hinek çavkaniyan, Pakistanê pêşniyareke Amerîkayê ya ku ji 15 xalan pêk tê gihandiye Tehranê.
Ev înîsyatîv nîşana destpêkirina qonaxeke nû û gur a dîplomasiyê ye ku li gel operasyonên leşkerî yên berdewam tên lidarxistin.
Rola Pakistanê di navbeynkariyê de
Li gorî wan berpirsên ku agahdarî hûrgiliyan in, Serokerkanê Pakistanê Asim Munîr rola navbeynkariya sereke dilîze.
Ew ji bo nêzîkkirina her du aliyên şer, sûdê ji pêwendiyên xwe yên xurt ên li gel Supaya Pasdaran a Îranê û berpirsên din ên Îranê werdigire.
Li gorî medyaya Amerîkayê, Asim Munîr ji bo pêşniyarkirina mêhvandariya dan û standinên rasterast, pêwendî bi Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re daniye.
Ev hewldan bûye xwedî piştgiriya eşkere ya Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf.
Şerîf li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ragihand ku welatê wî "ji bo bidawîkirina şer bi temamî piştgiriyê dide hewldanên berdewam ên ji bo hilbijartina rêya diyalogê."
Operasyonên leşkerî û dîplomasî
Di demekê de ku îdareya Donald Trump hewldanên xwe yên ji bo dîtina rêyeke dîplomatîk zêde kirine, tekez dike ku operasyonên leşkerî dê bidomin.
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê piştrast kir ku li ser bijardeyên dîplomatîk nîqaş tên kirin lê daxuyand ku operasyonên leşkerî dê berdewam bikin.
Leavittê got, "Di demekê de ku Serok Trump û tîma wî ya dan û standinan li ser vê derfeta nû ya dîplomasiyê hûr dibin, operasyona 'Hersa Dastanî' (Epic Fury) ji bo bidestxistina armancên leşkerî yên ku ji aliyê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar û Pentagonê ve hatine diyarkirin bêyî rawestan didome."
Naveroka pêşniyara Amerîkayê
Li gorî berpirsên ku hûrgilî dane medyaya Amerîkayê, pêşniyar ji Îranê dixwaze ku şiyanên xwe yên bipêşxistina çekên nukleerî hilweşîne, hemû çalakiyên dewlemendkirina uranyumê rawestîne û uranyuma dewlemendkirî ya di destê xwe de radestî Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê bike.
Her wiha daxwaza bidawîkirina piştgiriya Îranê ya ji bo komên hevalbendên wê yên li herêmê dike û sînorekî ji bo bernameya mûşekî datîne.
Li hemberî vê yekê, plan rakirina cezayên navneteweyî û pêşkêşkirina alîkariya Amerîkayê ya ji bo bernameyeke nukleerî ya sivîl li xwe digire.
Astengiyên li ber dan û standinan
Digel vê yekê, rêya dan û standinan rûbirûyî astengiyan dibe.
