Hewlêr (Rûdaw) - Raporeke Axiosê diyar dike ku rayedarên Îranê ji "pêngava nû ya aştiyê ya Donald Trump" bi guman in.
Wan ji aliyên navbeynkar re gotiye, "Em heta niha du caran ji aliyê Trump ve hatine xapandin û naxwazin cara sêyem rastî heman tiştî bên."
Li gorî gotinên kesên ku ji ajansa Axiosê re axivîne, Îranî balê dikişînin ser du bûyerên berê.
Di wan bûyeran de Trump dema nêzîkbûna peymanê, çiraya kesk ji bo êrişên ji nişka ve pê xistiye.
Hezîrana borî: Tenê çend roj beriya destpêkirina xuleke nû ya dan û standinan, Îsraîlê bi piştgiriya Trump êrişî Îranê kir.
Sê hefte berê: Tenê du roj piştî ku li Cenevreyê gihîştin peymaneke destpêkê ji bo berdewamkirina gotûbêjan, Amerîka û Îsraîlê şerê niha da destpêkirin.
Niha Amerîka guşarê dike da ku heta roja pêncşemê li bajarê Îslamabadê yê Pakistanê civîneke rûbirû di navbera şandeyên her du aliyan de pêk were.
Şêwirmendekî Trump ji Axiosê re gotiye, "Destekî Trump ji bo peymanê vekirî ye û destê din jî mist e.
Ew li bendê ye ku kengî boksekê biavêje."
Ev nîşana wê yekê ye ku Washington dixwaze di bin gefa şer de dan û standinan bike.
Koşka Spî ji bo nîşandana cidiyeta xwe pêşniyar kiriye ku Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance rasterast beşdarî dan û standinan bibe.
Steven Witkoff pêşniyara Vance kiriye çimkî Îranî wî wekî "teyrekî nêçîrvan ê şerxwaz" nabînin û meqamê wî jî giraniyekê dide hevdîtinan.
