Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê êrişên li ser Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da Rûdawê.
Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku Îranê doh (24.03.2026) serê sibehê bi şeş mûşekan êrişî hêzên wan kiriye û di vê êrişê de 6 Pêşmerge şehîd ketine û 30 Pêşmerge jî birîndar bûne.
Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott îro ji Rûdawê re axivî û got:
"Amerîka êrişên berfireh ên Îranê û milîsên terorîst ên Îraqê bi tundî şermezar dike."
Pigott diyar kir ku ev êriş li hemberî welatiyên Amerîkayê û hevpemanên wan ên li Rojhilata Navîn in û wiha berdewam kir:
