Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re peyivî.
Macron daxwazên xwe yên "lezgîn" gihandin Tehranê û xwest êrişên li herêmê rawestin û 2 welatiyên Fransayî yên li Îranê girtîne werin berdan.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser pêwendiya xwe ya bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan daxuyaniyek belav kir.
Macron got, "Min tekezî li ser pêwîstiya rawestandina wan êrişên neqebûlkirî kir ku li hemberî welatên herêmê tên kirin."
Banga ji bo Tengava Hurmizê û dan û standinan
Serokkomarê Fransayê di peywendiya telefonî de daxwaza parastina binesaziya enerjiyê û saziyên sivîl kir.
Macron her wiha tekezî li ser "vegerandina azadiya çûn û hatina deryayî ya li Tengava Hurmizê" kir.
Macron derbarê bernameya nukleerî û mûşekî ya Îranê de bangî Tehranê kir ku bi "niyeteke pak" beşdarî dan û standinan bibe da ku rêyek ji bo kêmkirina aloziyan were dîtin.
