Stenbol (Rûdaw) - Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşarê 70 salî yê ku ji 3yê Adarê ve li Nexweşxaneya Dewletê ya Silîvriyê ya Stenbolê dihat dermankirin, 24ê Adarê wefat kir.
Malbata wî, birêvebirên DEM Partiyê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û birêvebirên TUHAY-DERê ji bo wergirtina cenaze çûn Saziya Tiba Dadî ya Stenbolê û cenaze ber bi Êlihê ve bi rê ket.
Nexweşiya wî giran bû lê nehat berdan
Mehmet Edîp Taşar nexweşê pençeşêrê bû.
Berî niha 19 caran anjiyo bûbû û kîloya wî daketibû biniya 40î lê Saziya Tiba Dadî sê caran biryar da ku “ew dikare di girtîgehê de bimîne.”
Mehmet Edîp Taşar ji sala 2022yan ve li Girtîgeha Silîvriyê wekî girtiyê siyasî dihat girtin.
Ew di lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran de bû. Ew bavê 13 zarokan bû û bi hinceta “endamtiya PKKyê” hatibû girtin.
"Bavê me nedan me"
Diyar Taşarê kurê Mehmet Edîp Taşar ji Rûdawê re axivî û got:
“Nehiştin ku bavê me di nav malbata xwe de wefat bike. Me berî niha çend caran ji dozgerên komarî re nivîsên fermî nivîsandin.
Me got bavê me nexweş e, rewşa wî ne baş e. Me xwest ku bavê me bidin me da ku em tedawiya wî bikin û çi ji destê me bê em bikin. Me çi kir jî bavê me nedan me.”
