Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Amerîkayê yê ji bo Kar û Barên Sûriyeyê ji ber şehîdketina Pêşmergeyan sersaxî da Serokwezîrê Herêma Kurdistanê.
Nûnerê Amerîkayê yê ji bo Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re axivî.
Sersaxiya ji bo şehîdan
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Tom Barrack ji bo Pêşmergeyên şehîd sersaxî ji Serokwezîr re xwestiye.
