Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Doza Azad (HUDA PAR), ji bo Pêşmergeyên ku di êrişa mûşekî ya Îranê de şehîd ketibûn peyameke sersaxiyê weşand.
HUDA PARê di peyama xwe de ragihand:
"Em ji Xwedê ji bo Pêşmergeyan rehmê, ji bo malbatên wan, gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxî û sebrê dixwazin. Em hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazin.
Helwesta Herêma Kurdistanê ya ku naxwaze bibe parçeyek ji şer û pevçûnan, helwesteke hêja ye."
HUDA PARê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bal kişand ser fedakariya Pêşmergeyan û wiha berdewam kir:
"Em bawer dikin ku divê ev helwest ji aliyê hemû welatên herêmê û bi taybetî jî ji aliyê Îranê ve bi pesndayînê were pêşwazîkirin."
'Baregehên Amerîkayê dibin sedema pirsgirêka ewlehiyê'
HUDA PARê di daxuyaniya xwe de hebûna leşkerî ya Amerîkayê ya li herêmê rexne kir û îdia kir ku ev yek dibe sedema bêîstiqrariyê û di daxuyaniyê de hat gotin:
"Eşkere ye ku baregehên Amerîkayê alîkariya ewlehî û aramiya welatên ku lê ne nakin.
