Hewlêr (Rûdaw) - Muzefer Gwanî Pêşmergeyê yekem e ku di şerê li dijî DAIŞê de birîndar bûye. Ew 12 sal in li ser cihan e.
Mûşekên Îranê cergê vî Pêşmergeyê dêrîn şewitand.
Keywanê kurê wî, tenê 9 meh bûn zewicîbû û li benda dîtina zarokê xwe yê yekem bû.
Keywan Muzefer dema ku xwest hevsengerên xwe rizgar bike şehîd ket.
“Dengê mûşekeke din hat û telefon girtî bû”
Bavê Keywan 12 sal in ji ber birîneke ku di şerê DAIŞê de birîndar bûbû êşeke giran dikişîne.
Ew tenê ji bo çend xulekan birin şîna kurê wî yê şehîd. Lê ji ber êşa xwe ya zêde ew careke din vegeriya ser cihê xwe.
Muzefer Gwanî ji Rûdawê re bi dengekî xemgîn qala kêliya rûdanê dike û dibêje:
"Ez li malê bûm û min telefonî wî kir. Min jê pirsî, 'Kurê min Keywan tu li kû yî?'
Wî got, 'Mûşek li baregeha me ketiye û em niha diçin cihê mûşekan.'
Di wê kêliyê de dengê mûşekeke din hat. Min dîsa telefonî wî kir lê telefon girtî bû.
Ez çûm nexweşxaneyê, li wir jî nebû. Paşê ji min re gotin kurê te şehîd ketiye."
