Hewlêr (Rûdaw) - Îranê bi mûşekên balîstîk baregeheke Hêzên Pêşmergeyan a li Spîlkê kir armanc.
Pêşmergeyên ku Piştiwan jî di nav de bû, mijûlî rizgarkirina hevsengerên xwe bûn.
Lê êrişa duyem a bi 2 mûşekên din dawî li jiyana 6 pêşmergeyan anî.
“Şehîdbûna wî cihê şanaziyê ye”
Mela Mûsa Mistefa, bavê Şehîd Piştîwan e û bi serbilindî qala kurê xwe dike.
Mela Mûsa Mistefa ji Rûdawê re got, "Şehîdbûna wî ji bo me cihê şanaziyê ye.
Em hemû di oxira rêbaza Barzanî û parastina Kurdistanê de amade ne canê xwe feda bikin."
Dema hevalên xwe rizgar dikirin şehîd ket
Hevsengerên Piştîwan qala kêliya êrişê dikin.
Ew dibêjin, piştî êrişa yekem, Piştîwan gotiye, "Îşev divê em hişyar û çavvekirî bin."
Ji bo ku ji selametiya hevsengerên xwe piştrast bibe, ber bi wan cihên ku mûşekên Îranê lê ketibûn ve çûye.
