Hewlêr (Rûdaw) – Mezlûm Ebdî derbarê êrişa li Pêşmergeyan di daxuyaniyekê de anî ziman, “Em sersaxiyê ji Serok Mesûd Barzanî, hemû rayedarên Herêmê û malbatên şehîdan re dixwazin.”
Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku îro serê sibehê Îranê bi mûşekên balîstîk êrişî baregehên wan ên li Îdareya Serbixwe ya Soranê kiriye.
Wezareta Pêşmergeyan li ser êrişa ku li devera Soranê ya Hewlêrê pêk hat daxuyaniyek da.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku Îranê bi 6 mûşekên balîstîk baregehên Pêşmergeyan kirine armanc.
Li gorî zanyariyan, di encama êrişa mûşekî de 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo Pêşmergeyên şehîd peyameke sersaxiyê belav kir.
Mezlûm Ebdî xemgîniya xwe ya ji bo şehîdan anî ziman û got:
