Roja yekşemê dema ku mûşekên Îranê hîn li nêzîkî Navenda Lêkolînên Atomî ya Dîmonayê ya Îsraîlê diketin, Donald Trump dest avêt telefona xwe. Wî li ser Truth Socialê nivîsî: "Heke Îran ji vê çirkeyê ve di nava 48 demjimêran de, Tengava Hurmizê bê gef û bi temamî veneqetîne, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê li stasyonên wan ên elektrîkê bide û wan tune. Dê ji yên herî mezin dest pê bike."
Lê berî ku 48 demjimêr bi dawî bibin, Trump bi parvekirineke din biryara xwe bi temamî guherand. Wî ragihand ku ji bo çareserkirina bingehîn a nakokiyên bi Îranê re "axaftineke gelekî baş û berhemdar" kiriye. Ji ber vê yekê, wî fermanî Wezareta Şer kir ku hemû êrişên leşkerî yên li ser stasyonên elektrîkê û binesaziya enerjiyê ya Îranê 5 rojan bide sekinandin.
Li gorî gotinên Donald Trump, ev rawestandin pêbendî serkeftina civîn û dan û standinên wan ên di wan pênc rojan de ye ku biryar e vê hefteyê bidomin. Berpirsên pilebilind ên Îranê yekser red kir ku ew bi Amerîkayê re di nava dan û standinan de ne. Wan gotinên Serokê Amerîkayê wekî hewldaneke ji bo bandorkirina li ser bazarên darayî pênase kir.
Ev daxuyaniyên Trump ên ji bo rawestandina êrişan hatin lê sêşemê (îro) serê sibehê boriyên gaza stasyona elektrîkê ya Xuremşarê, avahiya birêvebiriya gazê û stasyona kontrolkirina pestoya gazê ya li Îsfehanê bûn hedef. Pirs ev e: Gelo pergala elektrîkê ya Îranê dikare li ber êrişên bi vî rengî bisekinê?
Pergaleke di nava krîzeke herdemî de
Pergala elektrîkê ya Îranê ji ber pirsgirêkên navxweyî ber bi hilweşînê ve diçe û bi her êrişa ji derve xisareke mezin dibîne. Kapasîteya hilberîna karebayê ya Îranê zêdetirî 92 hezar megawattan e lê ev reqemeke teorîk e. Her çend Wezareta Enerjiyê ya Îranê vê amarê belav bike jî reqema rast gelekî kêmtir e û nêzîkî 62 hezar megawattan e.
Li gorî analîzeke kûr a Peymangeha Carnegiyê ya ji bo Aştiya Navneteweyî ku Hezîrana 2025an belav bûye, gelek sedem hene ku di navbera amarên fermî û rastiya li qadê de valahiyek çêkiriye. Kevnbûna stasyonan, pêbendbûna zêde ya bi gaza xwezayî, hişkesaliya li pey hev û bilindbûna daxwazê hinek ji wan in. Bandora stasyonên termîk ên Îranê ji sedî 33 kêmtir e. Li gorî raporên Navenda Lêkolînên Parlamentoya Îranê, bandora hinek stasyonên nû jî ji sedî 30 kêmtir e. Divê were gotin ku standarda cîhanî di navbera ji sedî 55 heta 60î de ye.
Zererên aborî yên birîna elektrîkê
Navenda Lêkolînan a Jûra Bazirganiyê ya Îranê di amarên sala 2025an de dibêje ku birîna elektrîkê rojê nêzîkî 18 trîlyon tumenan zererê dide aboriya welêt. Zêdetirî ji sedî 51ê van zereran digihe sektora pîşesaziyê. Hilberîna pola û çîmentoyê li Îsfehan, Yezd û Xûzistanê gelek caran rawestiyaye.
Qerzê hikûmetê yê ji bo xwediyên stasyonên taybet heta destpêka sala 2024an ji 2 milyar dolaran derbas bû. Vê yekê kir ku sektora taybet di warê elektrîkê de veberhênanê neke. Li gorî Carnegiyê, Îranê sala 2023yan 30 milyar dolar ji bo piştgiriya elektrîkê û 52 milyar dolar ji bo piştgiriya berhemên petrolê xerc kiriye.
Endamê komîteya enerjiyê ya Jûra Bazirganî ya Îranê Seyîd Hemîd Husênî qal dike ku hikûmet nawêre bihayê enerjiyê giran bike. Husênî dibêje: "Hikûmet naxwaze krîz di wê sektorê de çêbibe, ji ber ku ew wekî bermîleke barûtê ye û dikare biteqe û li seranserê welêt bêaramiyê çêbike."
Wateya rast a amaran
