Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Îranê daxwaza agirbest û dan û standinê li wî kiriye û Îran ji bo rêkeftinê bi kelecan e.
Donald Trump diyar kir ku ew derbarê agirbestê bi Îsraîlê jî re axiviye û agirbest dê di berjewendiya Îsraîl û Rojhilata Navîn de be.
Ev daxuyaniya Trump piştî wê yekê hat ku wî rawestandina êrişên li ser stasyonên elektrîkê yên Îranê û destpêkirina dan û standinan ragihandibû.
Trump di berdewamiyê jî de eşkere kirk u pêvajoya diyaloga bi Îranê re gelekî baş e
Ev gotinên Trump wekî bersiva pirsa li ser rewşa Îranê bûn. Trump beriya daxuyaniya xwe, li ser tora Truth Socialê daxuyaniyek belav kiribû û tê de amaje bi dan û standinên bi Tehranê re kiribû.
Piştî van peyamên Trump, bihayê petrolê li bazarên cîhanî bi lez daket.
Nakokiyên di navbera Trump û medyaya Îranê de
Medyaya Îranê raportên li ser hebûna danûstandinên bi Amerîkayê re red kirin. Donald Trump bersiva medyaya Îranê da û got ku ew nizane ew behsa çi dikin
Li aliyê din, Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir ku di navnera Tehran û Washingtonê de ti dan û standinek nine.
Trump di berdewamiya axaftina xwe de got, "Dan û standinên bi Îranê re niha dest pê kirine.
Di rastiyê de şeva borî Steve Wittkoff û Jared Kushner bi hevpostên xwe yên Îranî re xeber dane."
Trump: Hesteke min a baş heye ku em dê bi Îranê re li hev bikin
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dan û standinên bi Îranê re didomin û ew ji bo gihîştina rêkeftinekê gelekî geşbîn e.
Trump diyar kir ku her çi qas garantî nîne jî, lê îhtimaleke mezin heye ku her du alî li hev bikin.
