Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê bûyera êrişa li Otela Hiltonê ya Washingtonê hûrgiliyên nû eşkere kirin.
Trump got, “Gelek çek bi êrişkar re hebûn û efserê Dezgeha Veşartî ji nêzîk ve hatiye birîndarkirin.”
Donald Trump di kongreyeke rojnamegeriyê de piştî bûyera gulebaranê ya li nêzîkî Koşka Spî axivî.
Trump got, kesê ku êriş pêk aniye, "kujerekî bi pere" bûye û xwestiye êrişî Destûra Bingehîn a Amerîkayê bike.
Trump eşkere kir ku gumanbar xelkê wîlayeta Kalîforniyayê ye û niha lêpirsîn li gel wî didome.
“Êriş li ser Destûrê bû”
Trump pesnê wê kêliyê da û got, "Ev bone ji bo azadiya derbirînê hatibû terxankirin û biryar bû ku endamên her du partiyan û medyayê bîne cem hev.
Min dît ku hemû kes bi hev re bûn, ev tiştekî gelekî xweş bû.
Zilamekî li xaleke kontrolê ya ewlehiyê bi gelek çekan êriş kir û êriş ji aliyê endamên wêrek ên Dezgeha Veşartî ve hat têkşikandin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump got, ji bo "şefafiyet û zelaliyê" wî ferman daye ku vîdeoya kêliya êrişê û awayê desteserkirina êrişkar li ser platforma "Truth Social" û platformên din werin belavkirin da ku her kes bizane ka ew kes çawa êrişî welêt kiriye û hêzên ewlehiyê çawa bi lez tevgeriyane.
Trump derbarê birîndarbûna efserê Dezgeha Veşartî amaje bi wê yekê kir ku efser ji mesafeyeke gelekî nêzîk û bi çekeke gelekî bi hêz hatiye birîndarkirin lê êlegê wî yê pola jiyana wî rizgar kiriye.
Trump got, "Ez beriya niha bi wî efserî re axivîm, ew gelekî baş e û rewşa wî ya tenduristiyê cîgir e."
Di dema bûyerê de Trump li ser sehneya sereke rûniştibû ku dengên mîna gulebaranê hatin bihîstin.
Di dîmenan de xuya dike ku efserên Dezgeha Veşartî bi çekên xwe yên kişandî dor li serok digirin û bi lez wî ji pişt perdeyan derdixin.
Mêvanên ku ji rojnameger, berpirsên payebilind ên îdareya Trump û endamên kabîneya wî pêk dihatin, xwe li bin maseyan veşartin û dengê qîrîna "Xwe veşêrin" dihat bihîstin.
Mehmet Ozê ku birêvebirê navendên xizmetguzariya pizîşkî ye, di dema ku dihat veguhastin got, "Gule ji qata jorîn hatin."
