Bonn (Rûdaw) - Li bajarê Bonnê yê Almanyayê, konferansek bi navê "Şêwedana Jiyana Hevbeş, Pêvajoya Aştiyê û Perspektîfên Paşerojê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê" hat lidarxistin.
Konferans ji aliyê Komeleya Lêkolînên Aştiyê (QAD) ve hat organîzekirin û bi peyamên Abdullah Ocalan û Selahattîn Demîrtaş dest pê kir.
Gelek kesayetên siyasî û akademîsyen beşdarî konferansê bûn da ku nêrînên xwe yên li ser avakirina paşerojeke demokratîk û hevbeş parve bikin.
Birêvebirê QADê û birayê Selahattîn Demîrtaş ê bi navê Suleyman Demîrtaş jî di konferansê de axivî.
"Hêviya me heye"
Suleyman Demîrtaş bal kişand ser rewşa hiqûqê û wiha got:
"Dil dixwaze, li welatekî ku bi rastî demokrasî û hiqûq tê de bi cih bûye, em bazirganî û hunerê bikin.
Lê mixabin hîn jê re maye, hêviya me heye. Di rewşên wiha de helbet ji bo pêwîstiya hiqûqê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye dayîn.
Ji wê derê jî biryara bêtawanî û azadkirina Selahattîn Demîrtaş gelek caran hatiye dubarekirin."
