Şam (Rûdaw) - Li Şama paytexta Sûriyeyê, bi beşdariya gelek kompanyayên Ereb û biyanî, Kongreya 2yemîn a Teknolojiyê ya SYNCê dest pê kir.
Di kongreyê de dê bipêşxistina warê teknolojiyê û afirandina derfetên kar bên gotûbêjkirin.
Kongre bi dirûşma "Ka em teknolojiyê bi rê ve bibin" tê lidarxistin û armanca wê ew e ku jêhatîbûna Sûriyeyiyan xurt bike û derfetên hevkariya navneteweyî di warê teknolojî û nûjeniyê de biafirîne.
"Fikr ew e ku patent li Amerîka û Ewropayê bên tomarkirin"
Birêvebirê Kompanyaya Lloyd & Moussalliyê Fîras Mûselî diyar kir ku ew dixwazin li Şamê veberhênanê bikin û got:
“Em hatine ku ofîseke kompanyaya xwe, Lloyd & Moussalli, li Şamê vekin.
Em dixwazin li vir bi kompanyayên nû yên herêmî re bixebitin.
Em ê parêzer û pêşdebiran bi kar bînin da ku ji bo kompanyayên nû li Sûriyeyê jîngeheke guncaw ava bikin.
Fikr ew e ku patent li Amerîka û Ewropayê bên tomarkirin da ku pere vegerin Sûriyeyê û aboriya Sûriyeyê xurt bibe.”
Kongreya SYNCê bi sponsoriya karsaz û endezyarên Sûrî-Amerîkî yên ji Geliyê Sîlîkonê ya Kalîforniyayê tê birêvebirin.
