Hewlêr (Rûdaw) - Denîzê Kurd îsal wekî ba û birûskê ye û bi 2 golan malika Augsburgê jî li mîrata reş gerand.
Di hefteya 27an a Bundesligaya Almanyayê de tîmên Augsburg û Stuttgartê hatin pêşberî hev.
Tîma mêvan Stuttgart 5-2 bi ser ket û Denîz Undav mohra xwe li vê maçê jî xist.
Denîzo zû dest bi şovê kir
Stuttgartê bi awayekî xurt dest bi lîstikê kir û Denîz xuleka 12an gola yekem şand torên Augsburgê.
Tîma mêhvan bi vê golê ranewestiya û zexta xwe ya li ser rikeberê xwe zêde kir.
Wan heta navberê du golên din jî avêtin.
Xuleka 29an Tiago Tomas û xuleka 31ê jî Nikolas Nartey tor hejandin.
Bersiv jî bû para Denîzo
Tîma mazûvan Augsburgê di nîvê duyem de hewl da piçekî li ber xwe bide lê eyb e eyb, ma Denîz dihêle!
Fabian Rider xuleka 61ê û Anton Kade jî xuleka 80yî golên Augsburgê kirin lê belê bersiva Stuttgartê dereng nema.
