Amed (Rûdaw) - Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê Amedspor demên dawiyê bûye wekî agirê sor û kes ji ber petên vî agirî nafilite.
Doh jî dora Bolusporê bû û Amedsporê di lîstika hefteya 33yan a Lîga Yekemîn de li mala xwe Boluspor 6-1 têk bir.
5 hefte mane ku lîg biqede û Amedspor bi 70 puanî di rêza duyem de ye.
Erzurumspor bi 72 puanan di rêza yekem de ye.
Heke Amedspor kariba rêza xwe biparêze yan bibe yekem yekser diçe Lîga Sûper.
Stêrkan gol barandin
Stêrkên Amedsporê di vê maçê de jî li asmanên Amedê çirisîn û gol li pey hev kirin rêz.
Mbaye Diagne 2 gol, Daniel Moreno golek, Celal Hanalp golek, Mehmet Yeşîl golek û Dia Saba jî golek avêt.
Tîma kesk û sor bi vê encama dîrokî dilê alîgirên xwe xweş kir.
Hêviya Amedsporê ya ji bo şampiyoniya lîgê bi vê serkeftinê xurttir dibe.
33 hezar alîgir herikîn stadyumê
Jin, mêr, keç, xort, kalemêr û zarok bi giştî 33 hezar alîgirên Amedsporê çûn stadyumê.
Alîgir ji bo maça hefteya 33yan a di navbera Amedspor û Bolusporê de bi coşeke nedîtî herikîn stadyumê.
Alîgirên Amedsporê beriya maçê û piştî maçê bi rêya Rûdawê ev peyam dan:
"Encam çi be jî em ê bi ser bikevin. Em yek milet in, em yek tîm in."
"Bila Amedspor bi ser bikeve, em mecbûr in."
"Divê Amedspor îsal bibe şampiyon."
"Em ê bi xwe bawer bin, bi hevalên xwe bawer bin, em ê bi lîstikvanên xwe bawer bin û em ê bi gelê xwe bawer bin."
"Înşalah em ê bi ser bikevin. Her bijî Amed."
"Şampiyon em in, em efû nakin."
"Em ji Cizîra Botan ji bo maça Amedsporê hatine, înşalah em ê bi kêfxweşî vegerin."
"Em ji Cizîra Botan hatine, em serkeftinê ji Amedsporê re dixwazin, her bijî Amed."
"Va ye alîgir, va ye şampiyon."
"Şampiyon Amedspor."

