Dusseldorf - Boksorê Kurd Agît Kabayel li Almanyayê rikeberê xwe yê Polonyayî Damian Knyba bi nakawta teknîkî têk bir û kembera xwe parast. Kabayel piştî maçê peyama, “Azadî ji bo Rojava” da.
Agît Kabayel şeva borî li bajarê Oberhausenê yê Almanyayê li Rudolf Weber-Arenayê derket ser rîngê.
Boksorê Kurd di Şampiyoniya Boksa Giran a WBCyê de ji bo parastina kembera xwe ya "şampiyoniya cîhanê ya giran a demkî" li hemberî Damian Knyba lec kir.
Li pêşberî nêzîkî 13 hezar temaşevanan, Kabayel di raunda sêyem de rikeberê xwe bi nakawta teknîkî têk bir û nasnavê xwe parast.
Bi vê encamê boksorê Kurd di kariyera xwe ya profesyonel de serkeftina xwe ya 27an bi dest xist û ev bû nakawta wî ya 19an.
Tevî ku di destpêkê de birîndar bû jî, Kabayel aram ma, zexta xwe zêde kir û bi awayekî serwerane li ser lîstikê ma.
Ji bo gelek Kurdên di salonê de, ev êvar ji werzişê wêdetir bû. Gelek kesên navdar ên civaka Kurd jî amade bûn û piştgiriya Agit dikirin.
Hunermendê navdar ê Kurd Hozan Dîno li ser girîngiya vê serkeftinê got:
"Çalakiyên wisa ji bo avakirina neteweyekê gelekî girîng in çimkî gelê me tînin cem hev. Di van çalakiyan de boks, futbol û huner hene.
Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê li vir gihîştine hev. Li gorî ciwanên me, zêdetirî 12 hezar Kurd li vê derê ne.
Tiştên li Rojava diqewimin dilê me dêşînin lê divê em vê şahiyê jî bijîn. Em gelekî yekgirtî ne.
Em dibînin ku hemû gelê me li vir e û Agît nûnertiya me dike. Em serkeftinê ji bo wî dixwazin."
Cîhad Akîpa jî berî maçê nêrînên xwe wiha anîn zimên gotibû, "Hêviyên min ne pir in çimkî ez dizanim dê çi bibe. Agît dê bi nakawtê bi ser bikeve, herî dereng di raunda 3yan de.
Rudolf-Weber-Arena xwedî kapasîteya 13 hezar kesan e û hesteke wisa heye ku îro 13 hezar Kurd li vir in.
Tiştê ku Agit bi dest xistiye niha dîrok e. Ez piştrast im ku wî dikarîbû Lanxess Arenayê jî bi 20 kesî tije bikira. Divê hemû Kurd wekî niha piştgiriya hev bikin."

