Hewlêr (Rûdaw) - Efsaneyê Portugalî û kaptanê tîma Al Nasrê ya Erebistana Siûdî Cristiano Ronaldo, heta niha 957 caran torên rikeberên xwe hejandine.
Niha tenê 43 gavên wî mane ku bigihêje wê destkefta dîrokî ya ku jê re "hezar gol" tê gotin.
Pirsa girîng ev e: Çi qas dem pêwîst e ji bo ku vê destkefta efsanewî li ser navê xwe tomar bike?
Di wî temenî de ku piraniya stêrkan biryara berdana futbolê didin û xatir ji qada kesk dixwazin, Cristiano Ronaldo hîn jî bi wê enerjiya berê têdikoşe.
Cristiano Ronaldo eşkere ragihandiye ku heta negihêje gola hezaremîn, ew nafikire ku ji keştiya futbolê dakeve, bi wê mercê ku seqetî rê lê negirin.
Ronaldo di merasîma xelatên Globe Soccerê ya li Dubaiyê de bi baweriyeke mezin got:
"Di vî temenî de berdewamiya lîstikê ne karekî hêsan e lê hîn ew coş û kelecan bi min re heye.
Meraqa min a futbolê bêsînor e û ez dixwazim berdewam bikim.
Ne girîng e li kîjan parzemînê dilîzim, çi li Rojhilata Navîn be yan li Ewropayê, ez tenê dixwazim kêfê ji futbolê wergirim û golan biavêjim."
Wî wekî ku peyameke zelal bide hemûyan got:

