Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Kurd Leyla Zana, piştî êrişên nijadperest û zayendperest ên ku li stadyuman li dijî wê hatin kirin, biryar da ku beşdarî maça Amedsporê bibe.
Ev biryar piştî istîşareya bi Serokê Amedsporê Nahît Eren re hat dayîn.
Serokê Amedsporê Nahit Eren doh telefonî Leyla Zanayê kiribû û ew vexwendibû maça Amedspor û Îdirsporê.
Leyla Zanayê li ser vexwendinê gotibû, "Em bi hev re bifikirin û biryarê bidin."
Li gorî zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, îro êvarî Leyla Zana û Nahît Eren careke din li ser mijarê axivîne û istîşare kirine.
Di encama hevdîtinê de biryara hevpar hat dayîn.
Li gorî vê biryarê, Leyla Zana dê sibe li Amedê beşdarî maça Amedspor û Îdirsporê bibe.
Çi qewimîbû?
Hefteya borî di maça Somaspor û Bursasporê ya Lîga 2yemîn a TFFyê de, alîgirên tîma Bursasporê dirûşmên zayendperest û heqaret li Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê kiribûn.
Dîmenên wan dirûşman li ser medyaya civakî belav bûn û rastî bertekên tund hatin.

