Amed (Rûdaw) - Operasyonên bahîsa neyasayî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûn rojeva sereke.
Heta niha di operasyonan de bi dehan hakem û lîstikvan hatine desteserkirin.
Hatiye piştrastkirin ku 152 hakem xwediyê hesabên çalak ên bahîsê ne, bi dehan lîstikvan ji 45 rojan heta salekê ji futbolê hatine dûrxistin.
Di nava van lîstikvanan de 2 lîstikvanên Amedsporê jî hene.
Rojeva Tirkiyeyê bi operasyonên bahîsê serobino bû.
Di van operasyonan de derket holê ku ji 571 hakeman 371 hakem xwedî hesabên bahîsê ne.
Li gorî Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF), hatiye piştrastkirin ku 152 hakem xwedî hesabên çalak ên bahîsê ne.
Heta niha derbarê 102 lîstikvanan biryar hatiye dayîn ku ji 45 rojan heta salekê ji futbolê bên dûrxistin.
Di nava van lîstikvanên ku navê wan di bahîsê de derbas dibe de, lîstikvanên Amedsporê Ugur Adem Gezer û Oktay Aydin jî hene.
"Me peymana wan betal kir"
Serokê Amedsporê Nahît Eren li ser mijarê axivî û diyar kir ku ev operasyon dereng mane û got:
"Heta niha ku çênebûbe kêmasî ye.
Dema ku zerer hatibe dayîn, dema ku ew qirêjî çêbibe tu midaxeleyê nekî û piştî 10 salan tu van operasyonan bikî, bi rastî ew jî ne rast e.
Wexta ku ew qirêjî çêbibû, zerer dabe kîjan tîmê, divê wê demê bihata kirin.
Ew kêmasî û ew neheqî divê wê çaxê bihata telafîkirin.
Di tîma me de jî lîstikvanên ku bahîs lîstibûn hebûn, me peymana wan bi temamî betal kir."
Ev çend sal bûn ku di nava alîgiran de behsa hîleyên hakem û lîstikvanan dihat kirin.
Li gorî alîgiran, ji ber ku pere razandine bahîsê hinek hakem bi biryarên xwe û hinek lîstikvan jî bi kirinên xwe bi çarenivîsa pêşbirkan dilîstin.

