Berawirdeke nû ya endamekî berê yê Encumena Bilind a Kar a Îranê nîşan dide ku tenê dabînkirina xwarina mehekê ya malbateke Îranî 25 milyon tumen têçûna wê heye û ji bo tevahiya xerciyên jiyanê yên mehekê jî zêdetirî 65 milyon tumenan pêwîst e.
Ev di demekê de ye ku kêmtirîn mûçe li Îranê nêzîkî 14 milyon tumenan e. Li gorî vê yekê mûçeyê niha yê karkeran tenê dikare ji sedî 21ê xerciyên mehane dabîn bike. Wate mûçeyê mehane tenê têra debara hefteyekê dike.
Rewşa aborî ya Îranê piştî vekişîna Trump a di heyama yekem a serokatiya wî ya sala 2018an de û vegera berdewam a dorpêçên tund ên aborî yên Amerîkayê, ber bi sistbûnê ve arasteya xwe guhert. Vegera dorpêçên navneteweyî yên Neteweyên Yekbûyî yên girêdayî rêkeftina atomî ya wî welatî jî di meha 8an a sala borî de aboriya Îranê ber bi hilweşîna aborî ve dehf da.
Ji ber vê yekê ye ku dan û standinên roja pêncşemê yên di navbera Nûnerê Taybet ê Trump Steve Witkoff û zavayê wî Jared Kushner li gel Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li Cenevreyê ji bo Îranê çarenivîssaz in. Her cure bipêşketineke di danûstandinan de û berdewamiya gotûbêjan dikare siya şer ji ser Îranê dûr bixe û rê ji bo rêkeftineke nû ya atomî xweş bike ku di encamê de aboriya Îranê ji krîzê ber bi bêhnsitandin û vejînê ve dibe.
Medyaya Amerîkayê dibêje ku Îran amadeyî tewîzên zêdetir e û dibe ku bi rawestandina demkî ya meyandina uranyumê razî bibe, bi şertê ku mikurhatin li wî mafî were kirin ku di paşerojê de karibe bi şêweyekî sînordar û bi armanca sivîl, bi rêjeyeke kêm dest bi meyandina uranyumê bike. Eraqçî û berpirsên din ên Îranê bi geşbînî behsa wê yekê dikin ku rêkeftina vê carê heta ji rêkeftina atomî ya berê ya Îranê jî baştir dibe.
Trump bi xwe raporên rojnamegeriyê red kirine ku êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê karekî zehmet be û dibêje bi hêsanî bi ser dikevin lê hîn jî pê baş e ku bi Îranê re li hev bikin.
Rewşa niha ya aboriya Îranê têkela enflasyoneke gelekî bilind û kêmasiya giran a budceyê ye ku zexteke tund li ser bihayê pereyê nîştimanî û bazarên darayî yên wî welatî durist kiriye. Bihayê firotina yek bi yek (perakende) ya ku welatî hest pê dike di maweyê salekê de bi rêjeya nêzîkî ji sedî 60 bilind bûye.
Amarên fermî yên dawî amaje bi bilindbûna bihayê firotina bikom bo ji sedî 54 dikin. Navenda Fermî ya Amaran a Îranê dibêje ku bihayê xurekan ji sedî 90 bilind bûye. Wate îsal ew 25 milyon tumenê ku malbateke Îranî mehane pêwîst e xerc bike ji bo dabînkirina xurekê, salek berê 14,7 milyon tumen bûye.
