Hawara binxetê. Binê xetê hawara îro û heta roja qîyametê.
Ez dizanim em çi bêjin bêwate ye. Dem tê, gotin bê wate dibe. Ev ew dem e.
Dema xwedîlêderketina xewnên xwe ye.
Ji hezarên salan û vir de, li ser serê yên ne ji wan û weke wan ferman e.
Li vir divê bête gotin, Kurd ne ji ber ne Misilman in, bi destê Misilmanên înkar têne kuştin. Kurd ne ji ber partiya zer, sor û kesk in têne kuştin. Kurd ji ber ku Kurd in, hatine kuştin, têne kuştin û wê hîn jî bên kuştin.
Rêya bi dawîkirina kuştinê bi parastina nirxên dîrokî, çandî û nîjadî ye. Nîjadperestiya bindestan ji bo parastin û mayîna wan e. Madem sedema kuştina me nîjada me ye, parastina me jî bi nîjad û nirxên me ye. Ji me pêştir ti hêza ku nirxên me biparêze û ava bike tune ye.
Kurd êdî divê ne bi navê kom û komikan, ne bi navê serok û merokan, ne bi navê îdeolojî û monolojiyan, bi hêza niştimanî û netewî xwe ava bikin û derkevin pêşberî cîhanê û dijminê xwe jî.
Lewma beriya her tiştî Kurd û Kurdistan. Mayîna Kurd bi Kurda ye.
Lewma şaîrê netewî Dildar dibêje: Dîn, îman mayî man, Kurd û Kurdistan.
Dema hilgirtina sirûd û remzên netewî ye. Ne yê partiyaa û serokan e. Hebûna serok û partiyan jî bi nirxên neteweyî û bi Kurd û Kurdistanê ye.
Li şûna hûn bibin endamê partiyan bibin endamê Kurd û Kurdistanê. Li şûna hûn bibin leşker û birêvebirên partiya bibin yê welat û miletê xwe.
