Yek ji aboriyên herî sade ku mirov dikare jê fêm bike, di warê darayî û danîna budceyê de Îraq e. Tekçavkanîbûna (hebûna yek çavkaniyê) li Îraqê û girêdayîbûna wê bi dahata petrolê ve, hiştiye ku hejmartina dahatan hêsan be.
Hejmartina xerciyan jî bi heman awayî hêsan e. Ji ber ku karê herî li pêş, dabînkirina mûçeyê wan hemû mûçexuran e ku bi taybetî di çend salên borî de, hejmara wan pir zêde bûye.
Amadekirina budceyê ji bo hikûmetê karekî sade ye, texmînekê ji bo nirxê petrolê datînin, dahat û xerciyan rêz dikin û pêşbîniya kêmasiya budceyê dikin.
Piştî wê, parlamento xwe çend mehan pê mijûl dike ku di bingeh de ne girîng e. ji sedî 90ê dahatên hikûmetê li derveyî desthilata wê ye û girêdayî guhertinên bazara cîhanî ya petrolê ye.
Ew hejmarên ku hatine danîn jî wekî bira xerciyan, ne merc e ku li ser milê hikûmet û Wezareta Darayî werin xerckirin. Li gorî wê dahata ku dikeve destê wan, xercî tên terxankirin, navê vê jî kirine xerciya kirdarî.
Kêmasiya çend trîlyon dînaran heta 10 trîlyon û 20 trîlyon dînaran jî dikarin bi hêsanî bi rêya deynên navxweyî û derve çareser bikin. Her çend ew qasî jî serê xwe pê naêşînin û rêya herî hêsan didin ber xwe.
Hejmarên ku ji bo xerciyên weberhênanê hatine danîn, kêm dikin da ku kemasiya budceyê ji kontrolê dernekeve. Ne girîng e jî di dahatûyê de çi diqewime; ev siyaseta çend salan a hikûmeta niha û hikûmetên berê yên Îraqê bû.
Ev hemû sîstema budcedanîna Îraqê ye. Di vê navberê de kî zerera herî mezin dike? Herêma Kurdistanê, ku salê çend mûçeyên wê tên xwarin, çi bigihêje wê yekê ku para xwe ji budceyê wergire û budceyeke wê ji bo geşepêdan û jêrxanê hebe, da ku qet nebe salên dahatû û nifşê dahatû pirsgirêkên wan kêmtir bin û rêçikek ber bi geşepêdan û werarê ve çêbibe.
Ji ber vê yekê, vê carê baştir e nûnerên Herêma Kurdistanê li Bexdayê, di parlamento û hikûmeta dahatû ya Îraqê de, helwest û siyaseta xwe ya xebatê biguherînin.
Li şûna ku bikevin ber pêla siyaseta şaş a darayî û budcedanîna Îraqê û ji bo terxankirina para Herêma Kurdistanê tika û lavayan bikin, baştir e helwesteke rexnegir û êrîşkar di saziyên Îraqê de nîşan bidin.
Meydanê ji siyaseta şaş a darayî ya hikûmeta Îraqê bixwazin, qet nebe ji bo ku bi kêmanî para dadperwerane ya Herêma Kurdistanê were dabînkirin û mafê xelkê Herêma Kurdistanê neyê xwarin.
Divê ew ti paşekêşiyê nekin di dabeşkirina giştî ya dahata Îraqê de li gorî hejmara niştecihan û daxwaza ji sedî 14ê budceyê wekî para rasteqîn a Herêma Kurdistanê bikin.
Her wiha divê daxwaza rakirina têgiha (fi'lî) yan kirdarî bikin, ku bûye sedem ku yasaya budceya Îraqê bi temamî bê wate be. Hikûmeta Federal a Îraqê sal bi sal bi awayekî kirdarî tê ku bingeha federalbûnê biguherîne û ber bi wê arasteyê ve diçe ku her tiştî bi şêwazê navendî ji Bexdayê kontrol bike.
Danîna sîstema bac û gumrika yekgirtî, yek ji karên herî sade yên hikûmeta Îraqê ye ku bizava bazirganiyê li Herêma Kurdistanê bi temamî nehiştiye.
Erkê herî girîng ê nûnerên Kurd li Bexdayê dibe ku ew be karbidest û aliyên Îraqî têbigihînin ku sîstema siyasî û darayî ya Îraqê, federalî ye û nabe jê bitirsin.
Dibe ku mîna welatên din, sîstema federal a çalak, tevahiya welêt ber bi aboriyeke baştir û xweşguzeraniya zêdetir ve han bide. Hikûmeta Îraqê li gorî datayên fermî yên Wezareta Darayî ji bo xercî û dahatên 9 mehên îsal, nêzîkî 4 trîlyon dînaran ji bo piştevaniya bihayê sotemenî û elektrîkê terxan kiriye.
Zêdetirî 4 trîlyon dînaran jî wekî faîza (sûda) ser deynan daye, ev hemû li ser hesabê para Herêma Kurdistanê di budceyê de ne. Ev tenê hevawa ye bi tevahiya wê pereya ku ji bo Herêma Kurdistanê di wan 9 mehan de terxan kiriye.
Siyasetên darayî yên ku Wezareta Darayî ya Îraqê di salên 2024 û 2025an de pêk anîne, rastiyeke tal eşkere dikin. Aramiya darayî ya niha tenê bi rêya cemidandina xerciyên veberhênanê (bipêşketin û projeyên jêrxanê) û kombûna deynekî zêde yê navxweyî, hatiye misogerkirin.
Şîrovekirina raporên darayî yên fermî piştrast dike ku her çend pêdiviyên darayî yên niha (wekî mûçe û xanenişînî û çavdêriya civakî) hatine dabînkirin jî ev siyaset bûye sedema lawazkirina şiyana welêt ji bo geşedana demdirêj.
Qebareya Kemasîê
Pirsgirêka sereke ya budceya Îraqê di heyama du salên borî de, ew cudahî ye ku di navbera dahatan (xasma dahata petrolê) û xerciyan de dirust bûye. Ev yek di tabloya jêrîn de diyar e.
Tabloya dahat û xerciyan
|
2024 (12 meh) |
2025 (9 meh) |
|
|
140,78 trîlyon dînar |
91,85 trîlyon dînar |
Tevahiya dahatan |
|
150,53 trîlyon dînar |
99,98 trîlyon dînar |
Tevahiya xerciyan |
|
-9,75 trîlyon dînar |
-8,13 trîlyon dînar |
Kemasiya darayî |
Tevahiya giştî ya kemasiya budceyê di heyama 21 mehan de gihîştiye 17,88 trîlyon dînarî, vê yekê jî hiştiye ku hikûmet serî li rêkarên bilez bide, ku ew jî deynkirin (derve û navxweyî) û kêmkirina xerciyan bûn.
Çareseriya navxweyî, cemidandina projeyên veberhênanê
Zûtirîn û hêsantirîn rêkar ku Wezareta Darayî daye ber xwe, kêmkirina peredana projeyên veberhênanê ye. Ev pêngav hevdem ligel kêmkirina giştî ya xerciyan, bûye alîkar ji bo ku kêmasî zêde dernekeve.
Ev datayên li jêr nîşan didin ku projeyên veberhênan û geşepêdanê li gorî xerciyên neçarî (mûçe û...) çiqas hatine paşguhxistin.
