Yek ji bajarên herî girîng ê cîhanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê New York ket destê kesekî Misilman û ji aliyê girseya Xiristiyan ve hate hilbijartin. Li gorî amarên fermî, hejmara şêniyên New Yorkê 8,478,000 mîlyon e. Rêjeya Xiristiyanan ji sedî 48, ya Cihûyan ji sedî 11, ya Misilmana ji sedî 9 û ji sedî 25 jî xwe wanên ku xwe aîdê çi olî nabînin e.
Lê Zohran Mamdaniyê ku xwe Misilman dibîne bi rêjeyeke xurt bû şaredarê New Yorkê. Mamdani nakokiyê desthilata Trump û aloziyên heyî, yên aborî û siyasî ji bo xwe baş bi kar anîn û hişt bibe hêviya kesên ji rewşa heyî ne razî re, bibe alternatîv û riyeke nû. Êdî bi vê yekê re, serdemeke nû dest pê dike. Yan ew deriyên tirsê, bûne rastiyeke bi serê xwe.
Bila ji bo şêniyê bajarê New Yorkê bi xêr be.
Lê di heman demê de hilbijartina parlamentoya federal ya Îraqê jî heye. Weke amarên heyî hejmara şêniyê Îraqê 46,04 milyon e. Ji wan hejmara Xiristiyanan bi êrişên DAIŞê re ji 1,100 milyonî daketiye binya 250 hezarî. Xiristiyan bi kotaya 5 parlamenteran di meclîsa Îraqê de ciyê xwe digirin. Tevî hejmara wan îro bi gumaneke mezin ji Êzidiyan kêmtir in.
Beriya fermana 2014ê hejmara Êzidiyan derdorê 700 hezarî bû. Vê gavê Êzidî herî kêm 500 hezar in. Îro Êzidî ola duyemin li Îraqê lê ji hemû mafên olê û alikariyên çandî, perwerde û pêşketinê bê par in. Ew kotaya ji bo pêktayên din, ji bo Êzidiyan tune. Êzidî tenê bi koteya yek parlementerî dikare bikeve Parlamana Îraqê lê hejmara kesên bûne berendamên perlamentoyê derdora 20 heta 23yan e.
Min ne bihîstiye Êzidî bûne berendamên şaredariyan, şaredarê bajarekî, yan bûne parazkar, yan wezîr.
Li Herêma Kurdistanê ya ku xwe mala Êzidiyan û xwediyê Êzidiyan dibîne Êzidî ne xwediyê kotayê ne jî. Dibe endamê partiyekê bin an yeke din lê ew kes ji çi pêkhateyê bin, ferqa wan û yekî din nîne çimkî ew endam divê beriya her tiştî nirx û berjewendiyên partiya xwe bidin pêş û heta niha Êzidiyan di erkekî girîng de ciyê xwe negirtiye yan haya min jê tune.
Em qala pêkvejiyanê, ya biratiyê, ya netewî û welatîbûnê dikin. Ma wê ev yek çawa pêk bên? Di civak û dewleta ku mafê pêkhateyên hindik û olên cûda lê nebe, meriv dikare qala mafê kê û çi bike? Ger ew welatî, ji mafê welatîbûnê bê par bin. Ew dê xwe çawa weke civak û takekes û wê dewletê, weke ya xwe bibînin?
Ger parastin, azadî û pêşketina welatekî bi parastin û pêşketina pêkhateyên li derveyî pergalê mane û ya mexdûrê têgeha serwer pêk tê nebe, ew welat ava nabe.
