Heger em bipirsin di vê sedsalê de Kurdistan welatekî çawa ye, bersiva min ev e: Kurdistan welatek e ku dayîkên wê ji zarokên xwe temendirêjtir in.
Helbet temendirêjî tiştekî guherbar û razber e. Lê îro, ji Koçgiriyê bigire heta sînorê Mehabadê, di her malbateke Kurd de şehîdek, windayek an jî girtiyek heye. Zarok çûne, mal vala ne û dayîk û bav tenê mane. Piraniya zarokan an hatine kuştin an hatine girtin an jî ji bo debara jiyanê çûne xerîbiyê. Dê û bav li cem nevî û bûkan mane û di nobeta vegera zarokên xwe de ne.
Ji bo destpêka nivîskariya xwe ya nû ya bi Rûdawê re, gelek mijar û sernav di serê min de hebûn. Hefteya borî, Zeynep Xanima dayîka Sakîne Cansizê koça dawî kir û çû ber rehma xwedê. Min dixwest tenê li ser wê gotarekê binivîsim. Sakîne Cansiz di pirtûka xwe ya bi navê “Jiyana Min Her Tim Şer e” de, bi cidiyet behsa dayîka xwe dike û jê re dibêje “jineke Qûreyşî.” Sakîne, di pirtûkê de gelek hûrgiliyan li ser kesayetiya dayîka xwe Zeynep Xanimê parve dike û behsa navmala xwe jî dike. Lewma jî ji wêneyên hepsê zêdetir, min dayîka wê bi pênaseyên wê nas kir. Li ba min mirina wê ya li pey keça wê Zeynep Xanimê dike yekê ji dayîkên ku ji zarokên xwe temen dirêjtir in.
Bi ya min, jin di çend tiştan de xwe û heyvanê xwe nîşan didin: di şer de, di şîn û şahiyan de, di şêwrê û sebrê de, di fexr û feqîriyê de. Jinbûnî ji gotinê zêdetir bi sekn û sebatê xwe eşkere dike. Di hinekan de ev taybetî yek û dudu ne, di hinekan de jî hemû bi hev re ne. Bi ya min, Zeynep Cansiz van hemû nirxan di xwe de dicivîne. Ji xwe ew bi vê temsîliyetê bû yek ji dayîkên Kurdistanê yên herî qedirbilind. Helbet ne tenê Zeynep Xanim, bi hezaran dayîkên Kurd xwediyê heman qeder û êşkêşiyê ne. Tenê em navên wan, sal û saloxên wan, dil û dengên wan nizanin û nabihîzin. Lewma gava zarokên wan şehîd dikevin an jî karesatek di serê wan de derbas dibe, em bi wan dihesin. Lê ew ne yek in ne deh in ne jî sed in. Bi hezara ne.
