Tiştekî li vê dinyayê bi serê xwe tune ye. Şerê bi serê xwe û bê berjewendiyên aborî tune ye. Kesek ji kêfa re şer nake. Şert û pêşbîniyên siyasî û aborî dihêlin şer germ û sar jî bibe.
Mirov hoste û qesasên qedera xwe ne. Serdema bindestiya bindestan jî têgihiştina wan a ji demê û dûrbûna ji rastiyê ye.
Bindestî ne qeder e. Ya herî xirab meriv û miletek bindestiyê weke qeder bibîne.
Tiştekî neguhere nîne, her tişt bi demê re diguhere. Divê hiş û bîrewerî di pêş demê de be. Hişê li pişt demê hiş û zanîneke miri ye. Lewma li cem me çanda mirinê û miriyan serwer e.
Pêşiyan gotiye, “Heta me xwe nas kir, me emirê xwe xilas kir.” Naskirina dereng, aqilê dereng bê havil e. Aqilê li ber mirinê tiştekî nema diguhere.
Dema xelkê ji olan dewlet çêkirin, ên me leşker û paşayên oldewletên xelkê din bûn û şerê yên xwe û hev dikirin. Gava dewletên netewî çê bûn, ên me dereng man. Li ser kavilên berê li gencîneyan digeriyan. Di dema şerê sar de doza çînî yan sosyalîzmê û komunîzmê kirin, tevî ku ku em hîn nebûbûn xwedî pergaleke xwe û em ji hemû mafên xwe yên rewa bê par bûn. Lewma ji hezarên salan de welatê me kaniyên êşê û xwînê ne.
Niha dinya ketiye serdemeke din. Meseleyên dinyayê ketine asteke din. Şerê aborî dibe. Şerê germ jî pê re. Tevî ku li ser rûyê erdê ji heşta yek ê Rûsya ye. Dewleta herî mezin ya li ser zemînê ye. Hejmara şêniyên wê 146,1 milyon e. Tevî wê jî dixwaze li dinyê hikûm bike û êrişî Ukraynayê kiriye.
Serokê Amerîka Trump geh dixwaze Kanala Panamayê bigire nav xwe. Geh dixwaze Girava Greenlandê dagir bike. Şerê Hindistan û Pakistanê dest pê kiriye. Li Asyaya dûr aloziyên di nîvê Taywanê û Çînê de didomin. Çi li Afrîkayê diqewime nabe mijara sereke îro di raya giştî de.
Yekîtiya Ewropayê çav li rê ye artêşa xwe çêke. Mijara sereke ya hikûmeta federal a Almanyayê artêş û berevaniya vî welatî ye.
Li Rojhilata Navîn ji berê de navenda nakokiyan e lê ew serdem berdêl çi dibe bila bibe dê bi dawî bibe. Şerê demokratîk û demokrasiyê jî tune ne. Şer û doza demokrasiyê ne bi neyarên meriv re, bi hevrik û civakeke xwedî heman maf û derfet re dibe.
Şervanên jiyana wan “pîroz” jî tune ne. Şervan ji bo şer hene. Şer jî bo şervanan e. Kuştin û mirina şervanan ji bo desthilatdaran ne xem, wendahî û qebehet e. Lewma jî hebûna şervanan ewlehiya aborî û siyasî ye.
Dewletên çêbûne li gorî mêzîna siyasî û aborî ya dinyayê saz bûne. Her hikûmdar û dewletan jî hevalbendên xwe yên siyasî, aborî û stratejîk hene. Dewlet jî bi dewletan hene, ne gel bi gelan. Yekîtiya dewletan heye lê ne ya gelan û neteweyan.
Helbet mijar fireh e lê ya ji bo me girîng ew e: Kurd û Kurdistan dê li kû derê bin? Siberojeke çawa? Bi kê û bi çi ? Ya Kurd û Kurdistan çi qasî ji siberojê re amade ne?
