Stenbol (Rûdaw) - Çav û guhê Îraniyan ên ku li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê dijîn, li ser rûdan û nûçeyên şerê li Îranê ne.
Gelek Îranî li navçeya Esenyurtê ya Taxa Pîrî Reîsê niştecih in.
Ji ber vê yekê ev tax di nav xelkê de wekî “Tehrana Piçûk” tê naskirin.
Li Îranê ji destpêka şer ve xeta înternetê hatiye birîn û ji loma jî ew bi hemû derfetên xwe hewl didin ku xwe bigihînin malbat û xizmên xwe yên li Îranê.
Niştecihên taxa “Tehrana Piçûk” û esnafên Îranî yên li “Kolana Îraniyan” bi fikar û endîşe, li ser torên civakî nûçeyên li ser Îranê dişopînin.
Ew li bendê ne ku şerê li welatê wan bi dawî bibe û aramî vegere herêmê.
Li aliyê din, bi awayekî fermî derdora 140 hezar welatiyên Îranî bi destûra îqametê (rûniştinê) li Tirkiyeyê dijîn.
Her wiha, salane zêdetirî 2 milyon û nîv geştiyarên Îranî berê xwe didin Tirkiye û Stenbolê.
Ji ber vê jî li nav bazar û kolanên Stenbolê Farisî bûye zimanekî navmalî.
Nazenîn: Fikr û ramanên me 24 demjimêran li ser Îranê ne
Nazenîn Rezmiyeya 33 salî ji bajarê Meşhedê yê Îranê ye.
Nazenîn ev 10 sal in ku li Stenbolê bi îqameta kar dijî û li ofîseke emlakfiroşiyê dixebite.
Çav û guhê Nazenînê jî wekî bi sedhezaran Îraniyan li ser nûçeyên şerê li Îranê ne.
Nazenîn bi fikar û endîşe nûçeyan dişopîne û li bendê ye ku şerê li welatê wê bi dawî bibe. Nazenînê derbarê rewşa xwe de wiha got:
“Em ji ber vî şerî gelekî bi endîşe ne. Fikr û ramanên me 24 demjimêran li ser Îranê ne.
Em tim li wan difikirin. Tenê ji destê me şopandina nûçeyan tê. Em hem li ser Instagramê hem jî li ser televîzyonan rewşê dişopînin.
Ka bombe li kû derê xistine, rewş çawa ye. Em neçar in ku li bendê bin û sebir bikin.
Em dixwazin ku şer demildest bi dawî bibe. Ji ber qutbûna înternetê em nikarin xwe bigihînin malbatên xwe.
Carinan demeke kurt em bi telefonê diaxivin, tenê em dikarin li rewşa wan bipirsin.
Ya rastî min dil hebû ku di vê Newrozê de biçim Îranê. Bila rewş aram bibe, li gorî wê ez dê biçim ziyaretê.”
Li Taxa Îraniyan esnafekî Mêrdînî hînî Farisî bûye
Li Esenyurtê çîroka Kamil Aricayê ku esnafekî ji Erebên Mêrdînê ye balkêş e.
Kamil bi temenê xwe yê mezin, li taxeke ku pir Îranî lê dijîn, xwe hînî zimanê Farisî kiriye û bi bikirên xwe re bi Farisî dan û standinê dike.
