Hewlêr (Rûdaw) - Akademîsyenê Aştiyê û nivîskarê Kurd Selîm Temo li Almanyayê krîza dil derbas kir û ew rakirin nexweşxaneyê.
Hat ragihandin ku ew hatiye emeliyatkirin û rewşa wî baş e.
Selîm Temoyê ku li Almanyayê dijî, 19ê Sibatê sibehê saet derdora 06:00an krîza dil derbas kir.
Temo ji aliyê xizmê xwe Hasan Saglam û keça xwe Berfînê ve rakirin Nexweşxaneya Leverkusen Klinikumê.
Temo li vir hat emeliyatkirin. Hat diyarkirin ku damarên wî xitimîne û 3 stent li dilê wî xistine.
Rewşa wî baş e, hişê wî li serê wî ye
Malbatê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku li gorî nirxandinên destpêkê rewşa Temo baş e û di bin çavdêriyê de ye.
