Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsa Tîmên Gerok a Heyva Sor a Kurd a li Kobaniyê Şadiya Ehmedê hişyariyeke tund da û ragihand ku heta niha ti derman derbasî nav bajêr nebûye û depoyên wan ber bi valabûnê ve diçin.
Berpirsa Tîmên Gerok a Heyva Sor a Kurd a li Kobaniyê Şadiya Ehmed bû mêhvana bultena Nûrojê ya Rûdawê û li ser rewşa mirovî û tenduristiyê ya li Kobaniyê agahî dan.
Şadiya Ehmedê diyar kir ku tîmên wan ên gerok sê roj in dest bi xebatên xwe kiriye û her roj dibistanên ku koçber li wan dimînin ziayret dikin.
Koçber li dibistanan dimînin
Berpirsa Tîmên Gerok a Heyva Sor a Kurd a li Kobaniyê ragihand ku koçberên li Kobaniyê li 25 dibistanan û 7 mizgeftan hatine belavkirin.
Li navenda bajarê Kobaniyê 8 dibistan ji bo koçberan hatine veqetandin.
Di her dibistanekê de nêzîkî 50 malbat (derdora 180 kes) dijîn.
Şadiya Ehmedê bal kişand ser rewşa giran a koçberan û got, "Heta niha hejmareke zêde ya koçberan sobe dananîne û di nava sermayê de ne."
Nexweşî li nav zarokan zêde dibin
Ji ber şert û mercên xirab, nexweşî li nav koçberan belav dibin.
