Stenbol - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê, kuştina hovane ya du jinên Ozbek ku di nav xelkê de wekî "kuştina serjêkirî" tê naskirin, bûye sedema dilgiranî û karvedanên mezin.
Cesedên Durdona Khokimovaya 37 salî û Ergashalieva Sayyoraya 32 salî, piştî ku hatin parçekirin di nav çopê de hatin dîtin.
Her du gumanbarên Ozbek hatin girtin û ew li xwe mikur hat ku her du jin kuştine. Tîma Rûdawê serdana wê "mala tirsnak" kir û li gel cînar û şahidan axivî.
Termê pêşîn di konteynira çopê de hat dîtin
Dosyeya vê bûyera trajîk bi dîtina termekî li navçeya Şîşliyê ya Stenbolê dest pê kir.
Berhevkarekî kaxezan, 24ê Kanûna Paşîn ceseda parçekirî ya welatiya Ozbekistanê Durdona Khokimovayê di konteynira çopê de dît û polîs agahdar kir.
Her du gumanbarên Ozbek ên bi navên Dîlshod Akhrol Uglî Turdîmurotovê 31 salî û Gofurjon Akmalkhonovîch Kamalkhodaevê 29 salî, roja 24ê Kanûna Paşîn dema ku dixwestin ji Balafirgeha Stenbolê birevin hatin girtin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê, gumanbarek qesab bûye û yê din jî alavên nêçîrê firotine.
"Dengê pevçûn û nîqaşan dihat"
Xaniyê ku ev her du jin tê de hatine kuştin li qata jêr a avahiyeke 4 qatî ye. Birêvebirê apartmanê Mustafa Yazici ji Rûdawê re qal kir ku berî bûyerê dengên nîqaşê bihîstine û got:
"Şevekê berî ku bûyer biqewime, cînarek hat û got ji jêrê gelek deng tên, em wan hişyar bikin.
