Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê pirsgirêka bi milyonan Elewiyan li benda çareseriyê ye.
Tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî Tirkiye cihê pîroz ê Elewiyan, cemxaneyan, ne wekî “îbadetxane” lê wekî “tesîsên çandî” dibîne.
Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Tirkiyeyê bi rêziknameyeke nû, cemxane wekî xwedî statuya “tesîsa çandî” pênase kir.
Weqf, sazî û rêxistinên Elewiyan li dijî biryara wezaretê derdikevin û biryarê wekî “berdewamiya siyaseta înkarkirina Elewiyan” dinirxînin.
Her wiha Kurdên Elewî yên li Dêrsimê û bajarên din jî li hemberî biryara Wezareta Tirkiyeyê bertek nîşan didin.
Daxwaza sereke statuya 'îbadetxaneyê' ye
Li Tirkiyeyê bi milyonan Elewiyên Kurd, Tirk û Ereb hene.
Daxwaza wan a sereke ew e ku cemxane bibin xwedî statuya “îbadetxaneyê”.
Ew her wiha li bendê ne ku di pêvajoya çareseriyê de daxwazên wan bên qebûlkirin û wekî “welatiyên wekhev” bijîn.
Sala 2022yan, di bin banê Wezareta Çand û Turîzmê de "Serokatiya Çand û Cemxaneyan a Elewî-Bektaşî" hatibû avakirin.
Lê belê ev sazî bi hinceta ku “siyasî” ye ji aliyê piraniya sazî û cemxaneyên Elewiyan ve nehatibû qebûlkirin.
“Ev berdewamiya siyaseta înkarê ye”
Cemxaneya Navçeya Bagcilarê ya Stenbolê zêdetirî 30 sal in xizmetê dide.
Serokê Federasyona Elewiyan a Tirkiyeyê (ADFE) Zeynel Abîdîn Koç dibêje, “Divê dewlet di destûra bingehîn de cemxaneyan wekî îbadetxane qebûl bike.”
