Hewlêr (Rûdaw) - Zêdetirî mehekê ye ku dorpêç li ser herêma Kobaniyê didome û ji ber rêgirtina li derbasbûna derman û pêdiviyên bijîşkî, karesateke mirovî li herêmê rû dide.
Pispora Nexweşiyên Zarokan Dr. Şevîn Ebulqadir Begiyê derbarê rewşa dawî de hişyariyên tund dan.
Dr. Şevîn Ebulqadir Begî beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û li ser rewşa tenduristiyê pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Dr. Şevînê ragihand ku ji ber dorpêçê û nebûna ava paqij, koçberên ku di dibistanan de dimînin neçar in ava tankeran bi kar bînin.
3 zarok mirin
Ev yek bûye sedema belavbûna nexweşiyên wekî kulbûna roviyan û verişandinê.
Dr. Şevînê diyar kir ku heta niha herî kêm 3 zarokan ku bergiriya laşê wan lawaz bûye, jiyana xwe ji dest daye.
Her wiha nexweşiya îltîhaba sîngê di nav zarokên şîrmij de bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Nexweşxane têra nexweşan nakin
Li Kobaniyê nexweşxaneyeke taybet a zarokan tune û hemû zarokên nexweş li nexweşxaneyên giştî tên dermankirin.
