Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, di jûreke sar a Dibistana Rîfiyeyê de trajediyeke malwêran heye ku afirînerê wê dorpêç e.
Ev dibistan niha bûye stargeha bi dehan malbatên koçber.
Êvlîn Kawa Etoya 7 salî jî tenê yek ji wan koçberan e ku ji mal û milkê xwe bûne û rê û dirb ji wan re bûne war û sitar.
Êvlîn ne tenê bi sir û sermayê re, di heman demê de bi 8 nexweşiyên malkabmax re jî têdikoşe.
Ew bi laşê xwe yê lawaz têkoşîna man û nemanê dide.
Gundê wan Girikê ye û li rojhilatê Kobaniyê lê ketiye bin kontrola Artêşa Ereban a Sûriyeyê.
Piştî vê yekê malbata Êvlînê her tiştê xwe li pey xwe hişt û berê xwe da navenda bajarê Kobaniyê.
Lê koçberiyê bandora herî xerab li Êvlînê kir.
Koçberî ji bo wê ne tenê windakirina zaroktiya wê bû, di heman demê de birîna dermanan bû jî û jiyana Êvlînê bi wan dermanan ve girêdayî ye.
8 nexweşî di laşekî naşî de
Dayîka Êvlînê Înas Besrawî Cemoyê bi çavên tijî hêstir ji Rûdawê re qala rewşa keça xwe kir.
Înas Cemoyê diyar kir ku Êvlîn di nava êşeke gelekî giran de ye.
Li gorî raporên bijîşkî, ev zaroka 7 salî bi van nexweşiyan dinale: Kêmbûna zêde ya parastina laş, pirsgirêka mezinbûnê, nexweşiya sîlyakê (hesasiyeta genim/Gluten Sensitif Enteropati), mezinbûna fatereşkê, mezinbûna kezebê, pirsgirêka bihîstinê, pirsgirêka dîtinê û nexweşiya dil.
"Zêdetirî 3 mehan e dermanên wê hatine birîn"
Êvlînê Beriya koçberiyê her meh li Şamê derman û vaksînên (derzî) xwe yên taybet werdigirtin.
Lê niha dorpêça li ser Kobaniyê û girtina rêyan rewş zehmet kiriye.
