Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kobaniyê Dr. Ehmed Mehmûd hişyarî da ku rewşa tenduristî û mirovî ya Kobaniyê gihiştiye asteke metirsîdar.
Ehmed Mehmûd got ku ji ber ava pîs bi sedan kes nexweş ketine û dermanên li bajêr tenê hefteyekê têra nexweşan dikin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kobaniyê Dr. Ehmed Mehmûd beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û bersiv da pirsên me.
Wî diyar kir ku piştî zêdetirî 20 rojan doh tenê 5 demjimêran elektrîk hatiye dayîn, av hîn jî qut e û rêyên fermî yên derbasbûna xwarinê jî girtî ne.
Nexweşxane di bin zexteke giran de ne
Li gorî agahiyên Dr. Ehmed Mehmûd, niha li navenda bajêr 3 ji wan giştî û 2 ji wan taybet 5 nexweşxane xizmetê didin lê belê 5 navendên tenduristiyê yên li derveyî bajêr ji kontrola wan derketine.
Ehmed Mehmûd da zanîn ku ji ber pêla mezin a koçberan, zextên giran li ser nexweşxaneyên mayî hene û got:
“Di warê neştergerî, taqîgeh û dermanên taybet de kêmasiyên mezin hene.
Bi taybetî dermanê li dijî gezkirina kûçikan li bajêr nemaye.”
500 kes ji ber ava pîs jehrî bûn
