Hewlêr (Rûdaw) - Malbateke Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê tevî 5 zarokên xwe di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de asê maye û xwarina wan tenê nanê hişk e.
Ne rê didin wan herin Hewlêrê, ne jî dihêlin vegerin Silêmaniyê û malbatê xwe spartiye mizgeftekê.
Çend sal berê ji ber metirsiya rejîma Beşar Esed malbata Kurd koçberî Libnanê dibe.
Ji ber êrişên Îsraîlê yên li Libnanê malbat dîsa koçber bû û vêcarê berê xwe da Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê bicîh bû.
Piştî 2 mehan ji ber karta rûniştinê li Silêmaniyê nadin wan, malbat hewl dide derbasî Hewlêrê bibê.
Lê belê li xalên kontrolê rê bi malbatê nehat dayîn ku derbasî Hewlêrê bibe û malbat jî di vê zivistanê de ji bo zarokên xwe ji sir û sermayê biparêzê xwe avê mizgefteke Simaqûliyê.
Ne rayedarên Silêmaniyê û ne jî rayedarên Hewlêrê li wê malbata Kurd a koçber ku di nav her du bajaran de asê maye xwedî derdikevin.
"Em bimirin ji vî halî çêtir e"
Malxweyê malbatê Yehya Mistefa rewşa xwe ya zehmet wiha anî ziman:
"Ez ji ber şerê li Sûriyeyê çûm Libnanê û ji ber şerê wê derê jî ez hatim vê derê.
Li vê derê jî em vegerin şer û bimirin ji vî halî çêtir e. Em perîşan bûne, em bêçare mane.
Nizanim ev ezmûna Xwedê yan çi ye. Her mirovekî ku zarokên wî hebin û zarokên wî li ber çavên wî birçî bin zane tê çi wateyê.
