Hewlêr (Rûdaw) - Hisênê 23 salî bavê 2 zarokan e û niha hêviyên xwe li ser peyarêyekê kom kirine. Ew li bendê ye ku kesek ji bo karekî rojane bangî wî bike.
Hisên dibêje ew berê bi meaşê 600 hezar dînarên Îraqî wekî paşayan dijiya lê niha agirê aloziyên herêmê debara wî kêm kiriye.
Hisên Ehmedê ku berê karker bûye, li ser rewşa jiyana xwe wiha axivî:
"Ji me re gotin herin malê, yek ji wan ez bûm.
Ez li şirketeke dixebitîm û min mehane 600 hezar dînarên Îraqî distandin.
Ez wekî paşayan dijiyam lê niha jiyana min gelekî xirab e.
Heger ez karekî nekim jî divê ez rojane 10 hezar dînarî ji bo kirêya xaniyê xwe deynim aliyekî.
Kareba, av, jenerator û gaz?"
Bêdengiya nav kargehan çîroka bazareke westiyayî vedibêje.
Berê dengê amûran û qerebalixiya kiryaran li wan cihan qut nedibû lê niha piraniya amûran hatine vemirandin û nîvê karkeran jî ji kar hatine derxistin.
