Dêrsim (Rûdaw) - Di doza xwendekara zanîngehê Gulistan Dokuyê de qonaxeke nû û dîrokî dest pê kir.
Ji 5ê Kanûna Paşîn a 2020î ve ti agahî ji Gulistan Dokuyê nayê wergirtin.
Polîsê ku ji kar hatiye avêtin Gokhan Ertok li Enqereyê hatibû desteserkirin û ew biribûn Dêrsimê.
Gokhan Ertok di çarçoveya lêpirsîna ku bi gumana "kuştinê" tê birêvebirin de hat girtin.
Xwendekara Zanîngeha Munzûrê Gulistan Doku nêzîkî 6 sal in wenda ye.
Dosyeya wê di bin ronahiya delîl û şahidiyên nû de ji nû ve hat vekirin.
Tîmeke taybet hat avakirin
Serdozgera Komarê ya Dêrsimê Ebru Cansuya ku bi biryarnameya Desteya Dadwer û Dozgeran (HSK) hatibû tayînkirin ferman da û bêdengiya li ser lêpirsînê xera kir.
Serdozger Ebru Cansuyê xwest ku ji bo dosyeyê tîmeke taybet bê avakirin.
Piştî vê daxwazê, bi gumana kuştinê biryara desteserkirinê ji bo 13 kesan hat dayîn.
Li 7 bajaran di heman demê de operasyon hatin kirin.
Di encama operasyonan de 13 şikdar hatin desteserkirin.
Hevalê Gulistan Dokuyê yê wê demê Zaînal A. û kurê Parêzgarê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel, M.T.S. jî di nav wan 13 kesan de ne.
