Endama Parlamentoya Ewropayê û Birêvebira Şandeya Yekîtiya Ewropayê ya Kar û Barên Îranê Dr. Hannah Neumannê, derbarê encamên şerê li navçeyê hişyariyên tund dan.
Wê rexneyên tund li stratejiyên Amerîka û Îsraîlê yên li hemberî Tehranê girtin.
Dr. Hannah Neumannê di hevpeyvîna ku Zinar Şîno li Brukselê pê re kiriye de ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di vî şerî de armancên nezelal û dijber nîşan didin. Neumannê got, "Trump bi jiyana 90 milyon kesên li Îranê qumarê dilîze.
Ew rojekê behsa guhertina pergalê dikin û 10 xulekan şûnde tenê behsa bernameya mûşekî dikin; di heman demê de êrişî binesaziya sivîl a wekî stasyonên ava vexwarinê dikin."
Metirsiyên li ser herêm û Herêma Kurdistanê
Neumannê derbarê êrişên rasterast ên Îranê yên ji li ser welatên Kendavê û Herêma Kurdistanê, ew kiryar wekî "binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî" bi nav kirin. Wê tekez kir ku divê Yekîtiya Ewropayê li gel hevbeşên xwe yên li Kendavê kar bike da ku alozî kêm bibin û got, "Pêwîst e em bi awayekî eşkere ji Trump, Netanyahu û Îraniyan re jî bêjin ku ev cureyên tolhildanê nayên qebûlkirin."
Bandora şer li ser Ewropayê
Neumannê hişyarî da, her çi qas ev ne şerê Ewropayê be jî, encamên wê rasterast digihîjin nav malên Ewropayê. Wê amaje bi wê yekê kir ku girtina Tengava Hurmizê û bilindbûna bihayê enerjî û sotemeniyê, zincîreyên dabînkirina kel û pelan li Ewropayê pûç kirine. Wê daxwaz kir ku welatên endamên Yekîtiya Ewropayê ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên enerjiyê hemahengiyeke zêdetir bikin.
Peyamek ji bo Tehranê û paşeroja kêmaniyan
Birêvebira Şandeya Yekîtiya Ewropayê di peyameke rasterast de ji bo berpirsên Îranê got, "Vê dînîtiyê rawestînin, pergala we ji aliyê siyasî, aborî û exlaqî ve îflas kiriye."
Derbarê paşeroja pêkhateyên neteweyî yên wekî Kurd, Belûç û Ereban a li Îranê, Neumannê piştrast kir ku Yekîtiya Ewropayê piştgiriyê dide guherîneke ku hemû kes tê de beşdar bin û got, "Ji bo ku guherîn serkeftî be, pêwîst e hemû komên cuda û kêmanî jî bi hev re beşdar bibin."
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Hannah Neumannê re wisa ye:
Rûdaw: Xanima Hannah Neumann, Parlamentera Parlamentoya Ewropayê, gelekî spas ku tu li gel me yî. Werin em behsa şer bikin. Tu dibêjî Trump bi jiyana 90 milyon kesên li Îranê qumarê dilîze. Eger ev yek rast be, Yekîtiya Ewropayê çawa dikare ji bo rizgarkirina jiyana wî xelkî li Îranê tedbîran bigire? Gelo ti planek heye ku Yekîtiya Ewropayê rê li ber şerekî berfireh ê li navçeyê bigire?
Hannah Neumann: Em dibînin ku armancên Donald Trump û her wiha Netanyahuyî yên ji bo şer gelekî ji hev cuda ne û heta li dijî hev jî diaxivin. Rojekê behsa guherîna pergalê dikin, 10 xulekan şûnde tenê behsa bernameya mûşekî dikin û piçekî din behsa rêkeftina atomî dikin. Em van hemû armancên cuda ji wan dibihîsin. Dema ku em dibînin ew li nav Îranê çi dikin û çi bombebaran dikin; baregehên leşkerî bombebaran dikin ku ez ji vê têdigihîm lê paşê em êrişên ser wargehên şîrînkirina avê jî dibînin. Ji ber vê yekê, ji derve ev yek ne zêde mentiqî ye. Bi baweriya min, gelekî girîng e ku Yekîtiya Ewropayê, dema bi eşkereyî dibêje em naxwazin ev pergala Îranê bimîne, gelekî bi zelalî bi Trump û Netanyahu re jî biaxive. Divê em bêjin ku em li benda stratejiyeke wan a guncav in da ku jiyana xelkê sivîl were parastin û rê li ber qurbaniyên sivîl were girtin, eger na em dê zextê li wan bikin.
Rûdaw: Bi baweriya te, Yekîtiya Ewropayê dikare xelkê ji karesatê û ji pêleke koçê rizgar bike? Çimkî dibe ku bandoreke wê ya aborî hebe, bi taybetî li vir li Ewropayê, her wiha derbarê bihayê petrol û enerjiyê de. Yan ev mijareke ku wekî nûnerên xelkê Ewropayê ji bo we zêde ne cihê girîngiyê ye?
Hannah Neumann: Bi baweriya min, divê em wê pirsê bikin du beş. Ya yekem, em ji bo Îraniyan çi bikin û li navçeyê çi bikin? Bi baweriya min gelekî girîng e ku em li gel hevbeşên xwe yên li Kendavê kar bikin. Ew rûbirûyî rewşeke bi heman rengî bûne lê bi asteke xirabtir. Ev ne şerê wan e lê ji aliyê Îraniyan ve tên armanckirin. Îran bi êrişkirina ser dezgehên Amerîkayê û binesaziya sivîl a li Kendavê li wan dixe. Me ev yek dît, heta em dibînin welatiyên Îsraîlî jî di êrişên tolhildanê yên Îranê de tên armanckirin.
Pêwîst e em bi hevbeşên xwe yên li Kendavê re vê yekê zelal bikin ku niha pêdiviya me bi kêmkirina rageşiyan heye. Nabe ev yek zêdetir berfireh bibe. Pêwîst e em vê yekê bi eşkereyî ji Trump, Netanyahu û Îraniyan re ragihînin. Bi taybetî hevbeşên me yên li Kendavê hîn jî peywendiyên wan bi kesên di nav pergalê de hene. Divê bi eşkereyî ji wan re bêjin ku ev cureyên tolhildanê nayên qebûlkirin da ku em vegerin rewşeke ku jiyana xelkê sivîl li Îranê, li Kendavê û li tevahiya navçeyê parastî be.
Pirsa din jî bandora vî şerî ya li ser Yekîtiya Ewropayê ye. Di çend rojên destpêkê yên şer de, me bilindbûna bihayê gaz, petrol, benzîn û enerjiyê dît. Ev bandorê li her welatiyekî dike dema ku otomobîlê bi kar tîne. Di dema navîn û demdirêj de, dê bandorê li me hemûyan bike çimkî piraniya hilberînê li vir bi enerjiyê ve girêdayî ye. Bi girtina Tengava Hurmizê re em dibînin ku keştiyên kel û pelan tînin tên astengkirin. Ji ber vê yekê, di vî warî de gelekî girîng e ku em rêyekê ji bo vekirina Tengava Hurmizê bibînin. Her wiha divê hemahengiyeke baştir di navbera welatên endam de hebe dema ku kêşeyên me yên enerjiyê yan zincîreyên veguhastinê hebin. Em dikarin gelekî bi awayekî praktîkî li vir li Bruksel û Strasbourgê li ser vê bixebitin. Dibe ku ev ne şerê me be lê bi zelalî encamên wê ji bo me ne.
Rûdaw: Te behsa welatên Kendavê kir. Ji Îranê ve êrişeke rasterast li ser wan welatan, li ser Îraq û Herêma Kurdistanê hebû. Divê Yekîtiya Ewropayê çi bike da ku rê li ber dubarebûna êrişên Îranê bigire? Niha ew hewl didin bi pergala parastina esmanî xwe biparêzin lê gelo ti hewleke Yekîtiya Ewropayê heye ku van welatan û xelkê vê herêmê biparêze?
