Birêvebirê Zeviyên Petrolê yên Rimêlanê Dr. Ehmed Îbrahîm ragihand ku ji ber rewşa awarte, hilberîna petrolê ya rojane ji 110 hezar bermîlan daketiya 70-80 hezar bermîlan.
Dr. Ehmed Îbrahîm ji Rûdawê re diyar kir ku hemû petrola hilberandî ji bo pêdiviyên navxweyî tê bikaranîn û tiştek jê nayê firotin.
Birêvebirê Zeviyên Petrolê yên Rimêlanê Dr. Ehmed Îbrahî bû mêhvanê Nûrojê û pirsên me bersivandin:
Rûdaw: Ji civîna 9 Sibatê ez dest pê dikim, di wê civînê de çi hat pêşniyarkirin, encamên serdana Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê û şandeya ewlehiyê çi bûn?
Dr. Ehmed Îbrahîm: Hatin vê derê û bi tenê nasîn bû û konferanseke rojnamegeriyê li pêşiya birêvebiriya Rimêlanê çêbû, her wiha li Tirbesipiyê çûne zeviya Ode jî. Tiştê hat gotin giştî bû. Ew dixwazin têkilî çêbibin. Ev serdana yekemîn bû ji bo dosyeya entegrekirina kompanyaya me û kompanyaya petrolê ya Sûriyeyê li gorî peymana ku hatiye kirin.
Rûdaw: Kompanyaya Petrola Sûriyeyê di wê civînê de çi dixwest. Ew dixwazin birêvebirina zeviyên petrolê li navçeya Cizîra Rojavayê Kurdistanê çawa be?
Dr. Ehmed Îbrahîm: Tiştekî wiha nehat gotin. Tiştê ku hat behskirin tevlîkirin e. Ev pêvajo hêsan jî nîne û gelek dem pêwîst e. Her wiha dê bingehek ji vê entegrekirinê hebe ji ber ku me jî ev 14 sal in kompanyayek ava kiriye û kar dikin û birêveberiyeke me heye. Wan jî tiştekî giran negotiye û ev serdan weke destpêkekê bû ji bo bicihanîna peymanê.
Rûdaw: We çi roj destnîşan kiriye bo serdaneke din ?
Dr. Ehmed Îbrahîm: Em texmîn dikin ku dê careke din bên lê me ti wext diyar nekiriye
Rûdaw: Te got we kompanyayek ava kiriye, her wiha we birêvebiriyeke petrolê li nav Rêveberiya Xweser heye. Dê karmendên we bi xwe bimînin di birêvebiriya Rimêlanê de?
Dr. Ehmed Îbrahîm: Bi awayekî devkî karmendên me tayîn kirine. Wan ji me re got ku dê her karmendên wê bimînin û em destê xwe nadin birêvebiriya we jî.
Rûdaw: Dê karmendên we bibin karmendên Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê?
Dr. Ehmed Îbrahîm: Hîn rêkeftin nehatiye kirin. Her dema ku em rêkeftinê bikin wê demê dê bibin karmendên wê. Eger rêkeftin çênebe wê demê ew çîrokeke din e û hîn zû ye ku em li ser mijarê biaxivn.
Rûdaw: Dê ti karmendên wan bên birêvebiriya Rimêlanê da ku her tim bi we re dewam bikin, çi nûnerên Wezareta Enerjiyê çi jî nûnerên Kompanyaya Petrola Sûriyeyê bin?
Dr. Ehmed Îbrahîm: Ew jî hîn ne diyar e û neketiye nav dan û standinan.
Rûdaw: Li birêvebiriya pterolê ya Rimêlanê çend karmendên we hene?
Dr. Ehmed Îbrahîm: Wan jî ev hejmara ji me xwest û me da wan jî. Rimêlan û hemû sektorên pê ve girêdayî, di nav de ewên ku me ew xistin kar, tevî hemû wan karmendên berê yên dewletê ku li cem me mabûn zêdeyî 4 hezar karmendan in.
Rûdaw: Ev hejmar bes e, yan jî pêwîstiya we bi karmendên din heye?
Dr. Ehmed Îbrahîm: Di rewşa niha de bes e. Ka em lê binêrin dê çi çêbibe wê demê em dikarin zêde bikin. Lê bi her awayî ev hejmara niha ji hejmara karmendan di serdema hikûmetê de kêmtir e ku wê demê zêdetirî 6 hezar karmendan bû lê niha kêmtir e. Lê niha ev hejmar têra me dike û em binêrin di paşerojê de çi çêdibe.
Rûdaw: Niha, çend zeviyên petrolê di bin desthilata we de mane?
